07 september 2018

Îslamîstan tiştên anîn serê welatên xwe tînin serê Swêd jî



Radîoya Swêd beşê kurdî saet di 12.00a da ji bo hilbijartinên Swêdê weşaneke taybet çê dike. Ez jî hatime vexwendin. Ez çûm û min li panelê guhdarî kir.

Panel li ser gelşên xerîban û entegrsyonê bû. Serkan Kose, Amînah Kakabaveh, Azîz Aliş û Uso Kurdman beşdarî panelê bûn û fikir û pêşniyarên xwe yên li ser gelşên xerîban gotin.

Bi pirbûna xerîban ra, lê bi taybetî jî bi zêdebûna ereban, somalîyan û îslamîstan ra gelşên xerîban û krîmînalîtet(sûc, karên xerab) û kuştin pir zêwêd bûye. 

Swêd hêdî hêdî dişbe Meksîkayê, Brezîlyayê, Tirkiyê û hin getoyên Fransayê. 

Swêdî him pir saf in û him jî gelkî xerîbê kultura ereb, somalî, afrîkî, pakîstanî û muslimana ne. 

Îslmîst xwedî agandayeke siyasî ne, swêdiyan û her tiştên wan heram dibînin. Li gorî wan swêdî kafir in, destkuja wan heram e, lê tenê perê wan helal e.

20 sal in, 30 sal in li vir in ne kumê xwe datînin û ne jî fîstanê xwe yê spî. Kar nakin. Lê bi perê kafiran diherin hecê.

Yên nuha tên bi piranî musilman, kesên îslamîst, krîmînelên Afrîka Başûr û kesên pir feqîr in. Kardîtin û entegrasyona wan hema hema ne mimkûn e, pir zor e, jê ra ne sal, cîl, qirn, nifş lazim in.

Ev jî bûye sebebê problemên pir mezin, bêkarî, sûc, şewitandina ereban, dizî, kuştin, şerê nabêna çeteyên krîmînel gelşeke pir mezin e.

Li hemberî vê yekê dijminatiya xerîban zêde dibe û partiyên nasyonalîst xurt dibin. 

Koçberaya zêde û kes û komên problem ji bo xerîbên berê hatine û entegre bûne jî bûye gelşeke mezin. Gava dijayetiya xerîban zêde dibe, hişk û ter, baş û xerab, dîndar û nedîndar, îslamîst û ataîst hemû bi hev ra dişewitin. 

Yanî meriv kane bibêje ereban, somalîyan, îslamîstan welatên xwe çawa kirin cehnime, ewê Swêd jî hêdî hêdî bikin eynî tişt. Heta swêdî şiyar bibin ewê pir dereng be. 

Bi baweriya min ji nuha da pir dereng e. Heger wiha dom bike, heger bi vê tempoyê musilman û grûbên problem werin piştî 30, herî zêde 40 salên din Swêd welatekî ereb û misilman e…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE