30 september 2018

Hindik-Rindik do reqorek nuh bi dest xist !



Hezar carî spas ji xwendevanên bloga Hindik-Rindik ra !

Hindik-Rindik do reqorek nuh bi dest xist, tam 2700 kesî rêya xwe pê xistiye, tikandiye.

Ji bo blogerekî kurmancî di rojekê da 2700 serlêdan ne tiştekî hindik e, pir e.


Bi vê reqora nuh pir kêfxweş bûm. Nivîsa meriv dinivîse were xwendin bêguman kêfa merive tê.

Ez bawer dikim sebebê vê reqorê, nivîsa min ya li ser vîdeoyeke zimanê tirkî ye, ”Yên tirkî di çavên xwe da pir mezin kirine dibê li vê vîdeoyê temaşe bikin !”.

Wek tê dîtin nivîsên li ser mijarên balkêş bala însên dikişînin û tên xwendin.

Yanî xwendevan tahma devê xwe baş zanin, ji goştê berxê şemzî û ji masiyê sorik hez dikin.

Lê ew jî her roj bi dest nakeve. Dîtina mijarên xweş û balkêş jî her roj ne mimkûn e, carnan lê tê.

Lê ez ji xwendevanên xwe memnûn im, bêyî kêmasiya komentaran(şiroveyan) tu gazineke min ji wan tuneye. Mesela komentaran(şiroveyan)jî ne tiştekî mexsûsî min e, xwendevanên kurdî kêm in û yên hene jî şirove nakin ya jî li gorî xwendevanên tirkî kêm şirove dikin. Gelek sebebên wê hene, lê realîte wiha ye.

Ji bo vê eleqeyê gelk spas ji bo xwendevanên Hindik-Rindik, ji we xwendin û ji min jî nivîsîn.

Lê hûn jî carnan fikrên xwe bibêjin ewê baş be.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE