28 september 2018

Heywanê herî wehş



Pîttakosê (640 b.Î. 568 b.Î.) yûnanî li ser şelafan du hezar û şeşset sal berê gotiye ”ji heywanên kedî yê herî wehş şelaf in.”

Erê rast e, şelaf him pir wahş in û him jî pir sadiqên xwedyên xwe  ne. Xwediyê wan kî be, çi be jî ji bo şelaf ew merivê dinyayê yê herî baş û paqij e.


-Îdarekirina kêmaqilekî ji ya dînekî zortir e. Çimkî xwe biaqil zane, ji aqilê xwe razî ye. 

Dibê meriv hevza xwe ji merivê cahil û aqilsivik bike. Lê ew jî wer ne rehet e, dev ji te bernade…

-Aman aman, heta ji we tê biçûkan mezin nekin. Gava biçûk tên mezinkirin pir fahş dibin. Çimkî ne layiq in.

-Nuh hatin, kevn hilatin û ewê hîn jî hilên. Vê înernetê, twîttê, facebooka, medyaya sosyal a bêxwedî gelek tişt serobinî hev kirin, gelek urf û adet guhertin û ewê hîn jî biguherînin. Bi vê tivdîrê ditirsim ji karê bêtir em li zirarê derkevin, em zûtir bihelin.

-Dewleta tiroviro sê kitêbên Weşanxaneya Avestayê yên li ser tarîxa kurdan yasax kirine.
Qaşo navê wê dewlet e !
Wey tirt !
Helal be ji medeniyet, însaniyet û demokrasiya we ra!
Bira hûn jî bibêjin em dewlet in !
Dibê her tirk bi vê dewleta xwe ya neyarê kitêbê serbilind be!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE