15 september 2018

Heger em bi zarokên xwe ra bi kurdî nepeyivin dawiya me pir xerab e



Do min di facebookê û di twîttê da pirseke pir rehet û pir konkret kir, min got kesên di medyaya sosyal da bi kurdî, zazakî, kurmancî dinivîsin, gelo hemû bi zarokên xwe ra jî bi kurdî dipeyivin?

Heta nuha kesekî tenê, Emîn Kaya gotiye em li malê bi hev ra û bi zarokên xwe ra kurdî dipeyivin.

Dost û hevalên em hev nas dikin û ez zanim zimanê wan ê malê kurdî ye, ew bersîvê nedin normal e, bi kêmanî ez fêm dikim. Lê 4947 şopînerên min hene, ji hewqas kesî 10 kesan jî negot weleh em ...


Mehmet Taş Silav û rêz Apê Zinar. Em li mal 10 nifûsin hemû lixwurû Kurmancî diaxivin. Qîyamet jî li ser serê me rabe wê ti hêz nikaribe me bihelîne bike tirk ereb faris

Bedran Acar Ji kerama xwere mi ji vî serê sedî 90,û 95ê derxîne kekê Zinar.
Slav û Rêz

Zinarê Xamo Bedran, min derxistiye, min gotiye hevalên em hev nas dikin bersîvê nedim normal e, çimkî em hev nas dikin...

Xursîd Kaplan Zinarê Xamo bi Xwedê kekê zinar min pirs baş nexwendibû loma hema min germa germa pê veda 

Xursîd Kaplan Ez ticarî ne bi zarokên xwe re û ne jî bi kurdekî ku bi kurdî zani ji xeyrî kurdî bi ti zîmanê din ne peyivîmi

Zinarê Xamo Şika min ji vê tuneye.

Metîn Eser Em di malê de bi zimaneke ku ji kirdkî û kurmancî pêk dihêt, qezî dikin. Nizanim ev jî Kurdî ye an na? :-))

Zinarê Xamo Metîn, min di nivîsa xwe da gotiye kurdî(zazakî, kurmancî). Heer tu nivîsê bixwînî tu yê bibînî...
Him jî di cumleya pêşî da min gotiye...

Metîn Eser Zinarê Xamo apo min nivîsa te xwend, lê bi îronî got zimanê em pê dipeyivin, him peyvên zazakî û him jî peyvên kurmancî dihebîne. Gundên li der û dora gundê me bi pirranî gundên zazakîaxêv bûn.

İbrahim Yalçin Welleh ez bi zaroke xwere bi kurdi di peyivim Zarokemi bi mire tirki dipeyivin.Lawemi were Geliyorum baba İşeme zore.

Zinarê Xamo Tu û diya wì qet bi tirkì bersìvé nediné, di kurdì da israr bikin. Zarokén me yén li Swéd çé bùne jì, lê bi taybetî jî ifara dawî wiha ne. Kurdiya wî zeîf e. Ĺé em tu carì bi wan ra bi swédì napeyivin. Hédi hédì ewé baş bibin.
Ya muhìm dibé meriv bi wan ra bi kurdi bipeyive. Zarok cihé ne, hinek zimén zù fér dibin ù hinek jì dereng.

Xursîd Kaplan İbrahim Yalçin ji xwe bi tirkî ti bulbuli..

Ramazan Parıltı İbrahim Yalçin ez di wê qeneatêdeme gelek jime bixabin wiloyi

Azad Hemo Min jî ji nav derxe ez ji bilî kurdî li mala xwe na axivim û li dervey mala xwe jî ta radeya 90 ji Sedî bi kurdî diaxivim
Lê ez bawerim ev pirsa te Taybete ji kurdên bakur re . Kurdên rojava ji Sedî 99 bi kurdî li mala xwe diaxivin

Fahri Ölcer Zimanê me yê^malê û axaftina bi zarok û neviyên me ra bi kurdiye

Mirza Merwani Em li her derê bi zarrokê xwe re û bi hevdu re bi Kurdî / Kurmancî dipeyivin. 
(Bakurrê Welêt / herema Bagokê )

Osman Aytar Ya me tu dizanî, lê dîsa jî bibêjim 'ERÊ' ji pirsa te re.

Mendan Şinoyi Pirsgirêk ne ewe ku bi kurdî bipeyvin, YA GIRÎNG EWE KU XEWIN, 
HIZIRANDIN Û HEST KURDÎ BE.... 
Ji bi kurdî axaftinê zêdetir, pêwîste ku zarok û her kes ji xwe kêmtemenan neçar bike ku bi kurdî bide axaftin 

Arif Selçuk Ez sond dixwim, 

Bi zarok, malî û gundiyên xwere jî bi %100 bi kurdî diaxivim û dîsa jî sond dixwim ku heta ez saxim jî wê ev helwest negûhere....

Ozcaki Salih Em li mala xwe bi kurdi dipeyivin . Zarokê mejî bas bi kurdi zanin dipeyîvin.

Yusuf Arslan Em mala xweda bi Kurdî diaxivin.
Alav û Rêz Ap ê Min.

Jamal Kazemi Her bijî apê Zinar em bi kurdî li mal bi zarokin xwe ra dipeyvin
Dema ez bixwe zarok bûm min sond xwar zarrokên xwe fêrî zimanê neyarê kurdan nekim
Zarê min ne tirkî , farsî u ârebî nizanin

Zinarê Xamo Weleh yên min jî nizanin. Xanima min bi tirkî nizane. Di wî warî da serê min vehesiyayî ye. Ne bi xêr ez çend gotinên tirkî zanim.

Remzî Kerîm Erê. Bi kurdî.

Bube Eser Kek zinar min pêwîst nedîti ku bersîvê bibdim ji xwe ez ji sala 198an û virde sondxwarîme ku bi kurdan tirkî qise nakim û bi tirkî nanivîsînim. Ez li ser soza xwe me: Çar zarokên min hene her çar jî bi tirkî nizanim.Silav

Sidar Bengin Epozdemir Bila paya min jî hebe di anketê da. Belê em jî bi keça xwe ra tenê kurdî dipeyivin û niyeta me jî tune em zimanekî dî hînî wê bikin. Jixwe wê li derve û li dibistana hîn bibe :-).

Sakina Jir Şemamok mamoste ez videoyên biraziya xwe ji te re dişinim ka binere bê çi zimanî diaxivin

Arslan Bicen Bele, EM di mal de bi kurdi diaxifin. Zaroken min Li vir hatin jiyane u hemi kurdi dizanin.

Ronak-ronak Ronak Bû çil sal, em Elmanya jiyan dibin. Em di nava malê de bi kurdî diaxifin.
Le bû çendsalek zarokên birayê min bi Elmanî diaxifin û diya min jî tim bi wan re dixeyîde.
Hêviya min ew e, her kurd di malê de bi endamê mala xwe re bi kurdî biaxife !!!

Mahfuz Yildiz Apê Zinar kesê ez zanibim bi Kurdî zanin, Nizam cara xwe șașkim netêde, bi wan re bi Kurdî dipeyivim. Zimanê mala me Kurdîye carna ku em davêjin zimanên din jî diya me xwe neqayil dike 

Hozan Brader Li mala me zimanê biyanî nameşe...

Seydo Seydo Kek Zinar li bende ye ku kesên ku li mala xwe bi kurdî napeyivin li vira bersivê bidin. Lê ev xewn e.
Mirov li mala xwe bi kurdî bipeyive, ev tiştekî xwezayî ye. Ne pirr balkêş e. Eynî mîna ku kûçik zilamekî gez bike. Lê gava ku mirov bi zarokên xwe re bi tirkî bipeyive û tew bi ser de behsa welatparêziyê bike, aha ew balkêş e; eynî dibe weke zilamê ku kûçikekî gez bike.
Lê ez dibêjim qey gava ku mirov di welatparêzî û kurdîniyê de qurretiyan bike, mirov nikare here bi hikumeta Turkiyeyê re bixebite û meaş jê werbigire û pê dewlemend bibe.
Aha ew jî dibe eynî mîna ju zilamekî hûtek gez kiribe. Piştî ku ji kar hatin avêtin, rewşa wan bû weke wî zilamê ku ji qaymeqêm lêdan xwaribû û li qahwê gava ku xelkê pirsîbû ka çima çakêt çiriyaye û poz bi xwîn û dora çavan reş û şîn bûye, gotiye “min û qaymeqêm piçekî şerr kir”. Welhasıl, mamoste, ew ê bersivê nedin banga te.
Û, ji bo agahiyê, kurê min qet naxwaze bi min re bi fransî bipeyive, digel ku diya wî fransî bû jî, û gava ku ez ji ber kar û baran bi hinan re bi tirkî dipeyivim, ew min hişyar dike.
Yanî?
Yanî, ezbenî, mesele ne bi tenê ziman e, ne bi tenê welatparêziyeke sextekariyê û oportunîzmé ye jî. Mesele herdu ye jî û dilsoziya bi kurdîniyê re ye. Ya normal ji xwe ev e. Wekî din, çivik diçin nêçîra hirçan.

Nuro Canbeg Ez ji dibêjim zimanê me yê malê Kurdî ye, ez bi zarokên xwe ra bi Kurdî dipeyivim, dengdikim silav û rêz..

Zanyar Derin Zarên min qet ji bin ve tirkî nizanin.

Mustafa Aram Mamoste min jî pirsa te dît le belê min bersiv neda. Çimkî em der tim mala xwe da û nasûdosten xwe re Kurdîya Kurmancî diaxifin.

Azad İslam Hemd û şikir ji Xweda ra ez bi zarokê xwe ra bi kurdî dipeyîvim.
Devê zarokan da kurdî hîn şîrintir e û herî şîrintir e.

Ji bo hestiyarî û dilsoziya te gellek sipas dikim.…Visa mer

Celiker Alber Memoste ez ji bi piçuken xura kurdi diaxifim. Pirekamin ne kurde, lê li male sosyal jiyana me se zimanin. Ez û piçuka bi kurdi, ez û xanima xû swedi û xanim û piçuk bi ispani dipeyvên. Jiyan xweş ji didome. Jiyan bi kurde xweşe

Mence Aldur Em bi zaroke xwere û bi kurdan re bi kurdi di axivin. Ev prensibe mine kek Zinar. Silav û rez

Yaqûb Kurmanc Zarokên me li Îranê bi zimanê Farisî fêr dibin, lêbelê di mal de hemû bi zimanê Kurdî dipeyivin, heta eger peyvek Farisî di nav Kurdî de ez ji devê wan bibihîzim,der hal wan agahdar dikim û dibêjim zimanê xwe şaş nekin.
Rêz û hurmet

Zinarê Xamo Heyra kurdê rojhilatê Kurdistanê wek bedena Diyarbekrê saxlem in, ew nasyonalîst in, dev ji zimanê xwe bernadin. 
Ez pir ji kurdên rojhilat hez dikim, neheliyan e, bi zimanê xwe, bi kulturda xwe, bi muzîka xwe, bi kincên xwe otantîk mane.
Ez xort bûma miheqeq ezê bi keçeka rojhilatê Kurdistanê ra bizewiciyama. Xîtaba wan, nezaketa wan min dihelîne... 

XXX
Ne pir zêde be jî axirê gele kurd di medyaya sosyal da bi kurdî dinivîsin û ev jimar roj bi roj zêde dibe. Tiştekî baş e, kêfa meriv tîne.
Lê gelo kesên di medyaya sosyal da bi kurdî dinivîsin bi zarokên xwe ra jî bi kurdî dipeyivin ya na?
Min tenê meraq kir.
Çimkî pêşeroja me zarok in, ne ew in.

Zübeyir Şivan Belê mamoste, ez bi lawê xwe ra hew bi Kurdî/îngilizî dipeyim. Ew 4 sale ez qet pêra bi Tirkî napeyivime.

Zinarê Xamo Bi bawriya min tu pê ra tenê bi kurdî bipeyive çêtir e, dibê zarok tevlihev neke. Îngilîzî ji xwe li dibistanê, li derve fêr dibe. Meriv di zimanekî da îstîkrarê nîşan bide ji bo zarok baştir e.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE