12 september 2018

Halê me yê îro ji yê 38 sal berê xerabtir e



Di ser îqîlaba leşkerî ya 12 îlona 1980î ra 38 sal derbas bûn lê halê me, perîşaniya me xerabtir bûye, baştir nebûye.

38 sal berê roja 12ê îlonê li Tirkiyê cûntayeke leşkerî dest da ser hukim û dest bi girtin, kuşti û terorîzkirina hin kes û hêzên ji xwe ra kiribûn hedef kirin. 


Hedefa cûntayê ya esasî kurd bûn, lema jî berî her kesî û ji her kesî bêtir berên xwe dan kurdan, partî û hêzên kurd. Bi hezeran kurd girtin, îşkenceyên hovana li wan kirin. Bi hezaran kurdên welatparêz reviya derve.

Înqilaba leşkerî ya 12ê îlona 1980î da derbek pir mezin li tevgera kurd ya netewî xist, hêz û kadirên bi salan çê bûbûn ji hev belav kir, bi çolan xist, pûç kir.

Piştî 12ê îlona 1980î bi 38 salan li Kurdistanê rewş xerabtir bûye baştir nebûye. Zulma dewletê ya li Kurdistanê, terora dewlet li hemberî kurdan û hêzên siyasî dide meşandin ji ya 12ê îlona 1980î gelkî zêdetir û zalamtir e. Îktîdara îro ne tenê zulmê li kurdan dike, însanan birçî jî dihêle, bi hezaran însan ji karên wan derxistine û xistine halekî pir xerab.

Yanî îro rewşa me ji ya 38 berê gelkî xerabtir e û heta em ji bin vê bindestiyê xelas nebin û li welatê xwe, xwe îdare nekin, heta ku em nebin xwedî dewleteke netewî halê me ewî tim wiha perîşan be. 


Navê îktîdarê çi be, siwîl ya jî leşkerî be ji bo me kurdan ferq nake, hemû jî bi çavê dijmin li me dinêrin û hedefa hemûyan jî çi bi zor, bi asîmîlasyonê helandin û tirkkirina kurda ye. 

Dijminên sereke ya cûnta leşkerî jî kurd bûn, ya hukûmeta îro jî kurd in. Di dema cûnta leûşkerî da jî zindanên Tirkiyê tije kurd bûn, nuha jî zindanên Tirkiyê tije kurdên siyasî û miletperwer in.


Yanî ji bo kurdan navê îktîdarê û hêz û partiya li ser hukim çi be jî ferq nake, zulm û terora li ser me berdewam e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE