11 september 2018

Gayê pîr ji kirinên Erdogan pir memnûn e



Serokê CHPê yê berê û keftarê kemalîstan yê herî bi nav û deng Denîz Baykal gotiye ”Ez ji hewildanên hukûmetê memnûn im. Dibê Erdogan cesaretê bide civatê...”

Neyartiya kurdan ji sedî 99ê tirkan bêar kiriye, kiriye faşîst û irqçiyên xedar, ji hemû nirxên mirovahiyê bêpar.


Tirk, rast, çep, faşîst, dîndar ferq nake, hemû jî di neyartiya kurdan da digihîjin hev, di nava wan da hin gelşên siyasî û îdeolojîk hebin jî didin aliyekî û li hemberî kurdan dibin mitefikên hev. 

Denîz Baykal, keftar û pîrpîreyê kemalîst yê herî meşhûr e, normal li dijî Erdogan e. Lê ji ber ku Erdogan kurdan dipilçiqîne kêfa wî tê, ji kirinên hukûmtê(di rastiyê da li Tirkiyê hukûmet, meclîs tuneye, tenê Erdogan heye)memnûn e...

XXX
Dijminên me hov in, pir xedar in, faşîst in û li hemberî me tim piştgiriya hev dikin. Viya em hemû zanin.

Li hemberî vê tifaqa dijmên xwe em yekîtiya xwe çê nakin, em hêzên xwe nakin yek. 

Tifaqa me hebe bi kêmanî emê kanibin baştir xwe biparêzin. Qewet bi yekîtiyê çê dibe.
Em hemû kurd viya jî zanin lê nakin.

Ha, hûnê bibêjin heger em yekîtiya xwe çê kin emê tavilê zora dijminên xwe bibin, emê tavilê Kurdistanê ava bikin ?

Na, helbet bi yekîtiya xwe di cî da em nikanin zora dijminên xwe bibin û welatê xwe rizagar bikin, lê belê heta yekîtiyeke netewî nebe serketina me ne mimkûn e.

XXX
Hin kurdên dîndar hene, carnan bêîstîkrariyê nîşan didin, carnan bi dewletê ra flortê dikin, lê dîsa jî miletperwer xuya dikin û ji bo kurdan hin karên baş dikin. 

Ji ber van karên wan yê baş kêfa meriv ji wan ra tê û li hemberî wan di dilê meriv da hezkirinek peyda dibe. 

Dû ra tu hew dibînî pesnê merivekî pir pîs û zilamê dewletê dan. 

Meriv vediciniqe, nizane çi bibêje...

Ev pesindariya wan ya merivên pîs meriv ji hezkirina xwe poşman dike...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE