07 september 2018

Ez û kekê Mehdî Zana îro jî gihîştin hev



Ez û kekê Mehdî Zana îro dîsa gihîştin hev û wek her tim me dîsa gilî û gazinên xwe bi hev kir.

Gotinên min û kekê Mehdî dikev serê hev, em herdu jî him kal in û him jî merivên hinekî  cihê ne. Kêfa siyasetmedaran zêde ji me ra nayê. Çimkî em her tim li têla wan naxin. Ez bi xwe were me.

Lema jî ez û wî carnan hev û du dibînin û derdê xwe ji hev ra dibêjin.


Piştî civîna Radîoya Swêd Beşî Kurdî ya li ser hilbijartinan, min û kekê Mehdî Zana çû bi hev ra navroj xwar û dû ra jî hinekî sohbet kir. 

Mehdî Zana di rojên herî teng û şertên herî giran da li hemberî dagirkeran serî hildaye û navekî hêja li pey xwe hîştiye. Xebat û keda Mehdî Zana ya ji bo kurd û Kurdistanê pir hêja ye, ez gelkî teqdîr dikim û pir jî qîmetê didimê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE