19 september 2018

Evîna Rojînê ya tirkî pir kûr e !



Rojîna dengbêj di hevpeyvîna xwe ya di rojnameya Sabahê da gotiye, ”Ji bo ku ji min ra gotin tu nikanî bi tirkî bistirê, ez li Swêd derneketim sahnê, min red kir. Çimkî ez hunermendeka van erda me. Zimanên erdên ez lê dijîm pir bi qîmet in...”

Lê ne ev tenê, ji tirkan ra gelek şelafiyên din jî kiriye. Madê meriv ji hevpeyvîna wê digere.


Wek gelek şelafan, Rojîn xanim jî dixwaze bi şelafiyê teqdîr û eferima tirkan bigre. 

Em çi bikin, hin kes ji şelafiyê, ji şalûziyan hez dikin. Bindestiyê bi gelek kurdî ra şexsiyet nehîştiye.
Hevpeyvîn, di rojnameya Sabahê da yeka bi navê "Tuba Kalçik"ê pê ra kiriye. Ji ber ku bi tirkî ye min lînka wê neda.

Kesên bi tirkî zanin kanin bixwînin. Gelek malperên din jî hevpeyvîn belav kirine.

Metîn Eser Apo, Rojîn dengbêj e?!

Zinarê Xamo Dengbêj, stranbêj, hunermend zêde ferq nake, hemû eynî tişt e, tê fêmkririn.

Narin Şekhe Mamoste wé kesa han. Dema hunera xwe firot TRT Şaş ev durûtiya wé di wirde derket holé, ji ber wé jî, ji kesén wisa her tişt té hêvikirin.
Rojin ê tu carî ji bo zimané kurdî reaksionek wisa nedaye nîşankirin.
Li gor nérina min.
Hunera herî girîng kesayetya hunermen de. Dema Kesayeti lawaz be Hunerê jî li gor berjewendiyén xwe dimeşinin.

Bawer Agiri Mirov bibe aşiqê celadê xwe zehmet e.

Rizgane Nure mîna mihîna digurice dixe şêwe şêw 

Musa Em Rojîn stranbêjekî ye du nan û hunera xwe digere. Îro rewşa aktuel û popûler li Bakur, kurdî û kurd bûyîn nîne.

Lê vir berpirsyarî ya rêxistinên û rewşenbîrên me mezine. Me tirkî tercîha xwe, kurdî û kurd bûyînê ber çavên gelê xwe tahl kir.

Rojîn şaşîtî kiribe, rexne pêwîst e, lê wê ji xwe dûrxistin û hîn jî ber bi tirkan re tot kirin bi berjewendiyê me nîne.

Zinarê Xamo Kekê Mûsa rast e, dibê meriv di rexneyê xwe da bi temkîn be. Ji xwe min jî tu heqareteke şexsî lê nekiriye.
Tiştên Rojînê di hevpeyvînê da gotine ji şelefiyê jî wêdatir in. Tiştên gelkî ne xweş û xerab in.
Kurd li Swêd şevekê çê dikin û ban stranbêjeke kurd dikin, lê ew dibêje heger ez bi tirkî nestirêm ez nayêm şevê !
Ma ev îş e?
Ma ev ne heyraniya celadê xwe ye?
Bi çi heqî viya ji kurdan dixwaze?
Stranbejeke kurd çima ewê kurdan mecbûrî guhdarîkirina tirkî bike?
Konser ya wê be bi kîjan zimanî distirê bi kêfa xwe ye.
Lê hinek şeveke kurdî çê dikin û ban stranbêjên bi kurdî distirên dikin. Tu mafê stranbêj tuneye bibêje na, ezê bi tirkî jî bistirêm.
Ez dixwazim di daweta lawê min da tenê bi kurdî stran werin gotin. Ev heqê min e.
Çima hunermendê bixwaze bi tirkî jî bistirê?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE