10 september 2018

Ev banga min ji hukûmeta Kurdistanê û ji hemû serok û partiyên başûrê Kurdistanê ra ye !



Nameyek vekirî ji hukûmeta Kurdistana Federe û ji hemû serok û partiyên başûrê Kurdistanê ra !

Ev banga min her wisa ji hemû siysetmedar, ronakbîr û hemû partiyên kurd ra ye jî...

Dibê hûn li hemberî vê irqçîtî, heqaret û zulma polîsên tirk li kurdan dikin bêdeng nemînin !


Kurdekî bi nabê Nerîman Emîn gava di ser Tirkiye ra çûye Hewlêrê, di 19ê tebaxê da (19/8-2018)li Stenbolê li Balafirxaneya Atarurk ji alî polîsên tirk ve ji ji ber ku kurd e hatiye girtin û du rojan bi rengekî  irqçî û ne mirovane hatiye îşkenccekirin. 

Piştî du roj azar û îşkence, Nerîman Emîn têkilî bi merivên xwe ra daniye û wan jî haya sefaretxaneya Swêd ya Anqerê pê xistine û du dîplomatên swêdî çûne Nerîman Emîn dane berdan û paş da şandine Stocholmê. 

Nerîman Emîn ji Rûdawê ra gotiye polîsên tirk piraniya tiştên wî û 670 dolarê wî jê stendine û nedane wî. 

Dîsa li gorî Nerîman Emîn ji Rûdawê ra gotiye ji başûrê Kurdistanê 8 xortên din jî girtî bûne û bi hemûyan jî gelek îşkence dikirin.

Ev tiştê polîsên tirk li rêwiyên kurd dike irçîtiye pir mezin e, sûcekî li dijî însaniyetê û rêwîtiya azad e.

Polîsên tirk ji ber ku kurd in bi rengekî kêfî rêwîyên kurd digre, bi xurûr û şerefa wan dilîze û heqaretên nemayî li wan dike. Carnan jî, wek bûyera Nerîman Emîn digre û bi rojan îşkence dike.

Ev, terorîzekirina miletekî ye. Dibê hukûmeta Kurdistanê û hemû partiyên kurd bi hev ra li dijî vê zulm û terora Tirkiyê rabin û bi rengekî resmî û di civîneke çapemeniyê da Tirkyê şermezar bikin û cezakirina sûcdaran bixwazin. Dibê polîsên tirk careke din nikanibe rêwiyên kurd bi rengekî belasebeb bigrin, heqaretê li wan bikin.

Hukûmeta Kurdistanê , serok û partiyên kurd dibê li hemwelatiyên xwe xwedî derkevin, mafê wan biparêzin û nehêlin  polîsên tirk bi vî rengî zulmê û heqaretê li hemwelatiyên wan bikin.

Tu mafekî polîsên tirk turneye li facebooka rêwiyekî ne hemwelatiyê wan e binêrin û ji ber hin sembolên kurdî heqaretê li însanan bikin û bibêjin kurd tuneye.

Hukûmeta Kurdistanê, serokên kurdan û hemû partiyên kurd mecbûr in li hemwelatiyên xwe xwedî derkevin û  mafê wan biparêzin û gava li welatekî din sirf ji ku kurd in heqaret li hemwelatiyên wan tê kirin, reaksiyonê nîşan bidin û mafê wan biparêzin.
Ev, wezîfeyeke hukûmeta Kurdistanê û ya hemû serok û partiyan ya netewî ye, dibê qebûl nekin tirk vê zulmê li mirovên kurd bikin.

Dibê hukûmeta Kurdistanê ji Tirkiyê ra bibêje çima hûn vê zulmê li hemwelatiyên me dikin?

Ez bang li hemû ronakbîr, medya û dezgehên başûrê Kurdistanê dikim dibê vê terorîzekirina Tirkyê ya kurdan bi kîtlewî protesto bikin û ji hukûmet  partiyan jî şermezarkirina Tirkiyê bixwazin.

Dibê ser vê zulma li Nerîman Emîn hatiye kirin neyên girtin, ez zulm ji ber ku Nerîman emîn kurd e lê hatiye. Lema ev meseleyeke me ya hemû kurda ye, ya hmû partîyan e. Dibê hukûmeta Kurdistanê, her partî, her kurd vê heqaret û zulma polîsên tirk li Nerîman emîn kiriye şermezar bike û ji Tirkiyê îzahekê bixwaze.

Not:
Her kurd dibê vê meselê minaqaşe bike û vê nivîsa min belav bike

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE