25 september 2018

Dibê meriv ne pir şîrîn û ne jî pir tahl be

2014, baraja Xelfetiyê


Pêşiyên me gotine ne pir şîrîn be xelk te bixwe û ne jî pir tahl be xelk te bavêje.

Bi Xwedê ev jî pîvaneke pir zor e û heta ne mimkûn e.

Ji bo ku meriv wek hingiv ne şîrîn û wek mirrayê ne tahl be, dibê meriv Einstein be.


Yê min bi xwe di vî warî da ez di sinifê da mame, tahliya min zêde ye.

Berfin Dicle Ne hinguv ne jî mirra zû bi destnakevin. heta destê meriv digihe hingiv çend car moz pê vedidin. Heta mirra dikeve fîncanê, çend tilî di ber aşa wê de têne hêrandin.
Çend dest bi pêtên agir ê wê dişewitin...
Kesê hingiv dixwun tama devê wan xweş dibe lê dilê wan ji wan dibuhure.
Bi ve vexwarina mirra devê meriv tal dibe lê, meriv bi xwe ve jî tîne...
De înca kîjan baş e xwedê bizanibe...


Qijikê dixwest meşa werdekê hîn bibe. Meşa werdekê hîn nebû, cotkê(çindkirina) xwe jî ji bîr kir.

Ji texlîtê ra jî hosteyî lazim e, ya na meriv dikeve halê qijikê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE