18 september 2018

Bîranînên zaroktiyê qet nayên jibîrkirin



Hirç lana xwe ji bîr nake, civîk hêlîna xwe. Ez jî bajarê xwe, Wêranşara xopan, Mehela Golê, toz dûmana wê, gerrek û heriya wê û bîranîn xwe yên zaroktiyê û xortaniyê ji bîr nakim...

Ew wek niviştekê tim di stuyê min da, wek pazbendekê tim di milê min da ne.


Hin hezkirin û bîrîkirin nemir in, tu carî nayên jibîrkirin, meriv bi xwe ra dibe gorrê.

Erê, bi xwe ra dibe gorrê...

E

Xursîd Kaplan keko wekî ku bi tirkî dibêjin, "toprak cekiyor"" di filmê yilmaz guney agit de yek bi navê sivasli hebû, di rojên dawîde sivasli herroj xewn didîtin, tev mahkum bûn, bi dorê nobet digirtin gava radizan, yilmaz guney serokê mahkûma bû, rojekê yekî ji wan ji yilmaz guney re bahsa sivasli dike, yilmaz guney got sivasliyi toprak çekiyor, sivasli jî her şev di xewnda zarokên xwe û memleketê xwe dibîne, şevekê nobeta sivaslî bû, sivaslî ew di xewda hiştin û ji mahkumiyê firar kir, li esker rast hat esker berdayê hat kuştin. toprak çekiyor keko))

Zinarê Xamo Erê, te xweş gotiye...

Ramazan Tepeli Dû sê salan carek ez diçim Wêranşar. Kolan kolan digerim. Ne Wêranşar dibînim, ne zoroktîya xwe. Her tişt koç kirîye; ebre, tilhawa, circip, mehla xincik, dîkme...ez dimlnim porpoşmam, dest vala ...

Zinarê Xamo Erê rast e, tiştek wek xwe nemaye. Min rêya mala me dernexist.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE