29 september 2018

Bi qasî ez dibînim di fûara îsal da îşê weşanxayenên kurdî baş e



Bi qasî ez ji Stockholmê dişopînim (taqîb dikim) îsal li Fûara Diyarbekrê ya Kitêban îşê weşanxaneyên kurdî baş derbas dibe, kitêbên kurdî baş tên firotin.

Geleo ev texmîna min rast e?

Heger rast e, gelo tesîra banga min, ji weşanxaneyên tirk kitêban nekirin, tenê ji weşanxaneyên kurdî û kitêbên kurdî bikirin çê bû ya na?


Heger feydeyeke vê banga min û wan herdu nivîsên min yên li ser vê mijarê çê bûbin ji bo min ciyê dilxweşiyê ye û şeref e.

Heger tesîr hebe dibê xwediyên weşanxaneyan spasî in bikin, lê ez bwer nakim bikin. Feqet wendevan kanin raya xwe bibêjin.

Min bala xwe da çend konferansên kurdî, salon tije bû. cî tunebû. Pir kêfa min hat.

Dibê kurd guh bidin kesên li ser wan nivîsîne û bi zimanê wan bi wan ra dipeyivin.

Guh nedin kurdên bi tirkî nivîsîne û bi tirkî bi we ra dipeyivin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE