17 september 2018

Aşvan tu carî nabe poşman



Dijminê me ji bo ku me bifetisîne bi hovîtî êrîşî me dike, hêviya serketina xwe û şikandina me bi zulmê, bi gef û tirsandinê girê da ye. 

Dijmin e, gazin jê nabe !

Tiştê ji me tê xebat e, liberxwedan e. Wek şexs, wek hêz dibê em moralê xwe xera nekin, bêhêvî nebin û xwe bi xwe bi hev nekevin. 


Di van rojên giran da her kes bi qasî hev nikane micadelê bide û fedekariyê bike.
 
Her kes bi qasî hev ne mêr e, ne bi bizav e. 

Her kes li gorî îmkan û qeweta xwe li hemberî zulma dijmin tiştekî bike bes e.

Hinekê pir bikin û hinekê jî hindik, ev normal e û dibê meriv qebûl bike.

Lê ya muhîm nebe hevalê neyar û pir hindik ji bo azadiya vî miletî bixebite. 

Aşvan tu carî nabe poşman. 

Destê xebitî li ser zikê têr e, emê van rojan jî li dû xwe bihêlin û bi bigihîjin azadiay xwe...

Xebat, xebat û dîsa xebat, kî çawa û çiqasî dike bira bike, zirar tê tuneye. Rêya herî dirêj jî bi gava pêşî dest pê dike.

XXX
Zarok li mezinên xwe dinêrin, ji wan ders, tahlîm û terbiye digrin û bi kultura der û dora xwe mezin dibin.

Tiştê şikil dide nirx, fikir û şexsiyeta însên norm û kultura civakî ye, civata meriv di nav da mezin dibe, di nav da perwerde dibe tesîreke mezin şexsîyet, dîtin û normên meriv dike.
Tirk dibêjin ”tirî li tirî dinêre, dinêre reş dibe.”

Yanî însan him ji der û dora xwe tesîrê digre û him jî tesîrê li însanan din dike...

Di tirkî da gotoineke pêşiyan, şîreteke mezinan li biçûkan heye, dibêjin ”baweriyê bi bavê xwe jî neyne !”

Gelo di kultureke din da jî şîreteke wiha, ”baweriyê bi bavê xwe jî neyne” heye?

Heger merivê bi bavê xwe jî baweriyê neyne, merivê bi kê baweriyê bîne?

Û zarokê bi vê şîreta paranoyak, nexweş mezin bibe ewê însanê çawa jê derê

XXX
Meriv bi rimekê nabe rimdar, bi nanekî nabe nandar û bi çîrokekê û du çîrokan jî nabe nivîskar. Berdewamî û îstîqrar lazim e, îstîqrar.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE