13 augusti 2018

Ya xerab em bûne bindestê kesên paşdamayî û cahil



Heta nuha kê zulm li kurdan kiribe zû dereng bela xwe dîtiye. Şahê Îranê, Seddam, Esed û yên berî Erdogan.

Nuha jî dora Rûhanî û Erdogfan e.

Heta Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriye bi kurdan ra le hev neyên, mafên wan nedin ewê tim rezîl û perîşan bin, ewê tu carî rehet nekin. 


Xelasiya Tirkiyê girêdayî azadiya kurda ye, girêdayî Tirkiye bela xwe ji kurdan veke û mafê wan bide. Heta ev nebe li Tirkiyê îstîkrar mîstîkrar ne mimkûn e. Heta ji wan tê bira bi teoriyên komployê xelkê bixapînin, dijminên derewîn çêkin, lê ev ne yek wan xelas neke, ewê krîzê kûrtir bike. Sebeba vê rewşê şerê bi kurdan ra ye, dibê Tirkiye dev ji şerê kurdan berde û mafê kurdan bide.

XXX
Kesên em kirine bindest ji me gelkî paşdatir û kêmaqiltir in. Heta tişt neqewime meriv vê cahilî û kêmaqiliya neyarê xwe nabîne. 

Însan çawa kane hewqasî zêdte û vala bipeyive meriv fêm nake ! çiqasî nezan û cahil in. Li Ewrûpayê kes wan naxe dewsa însên, wan wek merivên zircahil dibînin û lema jî kes bersîvê nade wan, naxwaze dakeve mistewa wan.

Însan çawa kane hewqasî zêde û vala bipeyive meriv fêm nake !

Her ku dike leqeleq bêtir bat dibin...

Tiştê xwe tevê neke tuneye, mubarek nexweşê şorkirinê ye.

Yaho ev zalim ne di weste, ne di qerime, ne dengê wî dikeve, ev çi mexlşq e meriv fêm nake...

XXX
Îro ji Almanyayê mîvanekî min heye. Nuha li Hallstahammarê ye. Camêr tahtîla xwe li wir derbas dike.

Bîstek din ewê were vir. Ez li bende telefona wî me. Emê îro bi hev ra bin. 

Ez bawer dikim ezê dereng werim mal û îro dûrî Facebookê bim. Lê nizanim ewê kînga were.

Nediyarî qet ne xweş e, ez jê hez nakim. Dixwazim bizanibim çi li pêş min e û serê min li ser kîjan balîfî ye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE