22 augusti 2018

We çi ji vî heywanê bê zar û bê ziman xwest?



Zalimno, bêûjdanno, wehşnno, we çi ji vî heywanê bê zar û bê ziman xwest ?

-Tirk berê jî ne merivên kamil û humanîst bûn, lê îslamîstan ew bi temamî ji însaniyetê dûr xistin û kirin wehşên dirinde, wehşên dijminên mirovan, dijminên heywanan û xwezayê.


Li Kurdistanê bi şewata daristanan û li tirkiyê jî bi jahardadanê qira heywanan bê zar û bê ziman anîn. 


Wehşên bêûjdan û bêmerhametên neyarên kurdan, neyarên heywînin jî.


-Apê sorovîçî, ji destê wî gurî derket, kete destê wî hirçî.
Em kurdên bêkes ji destê kemalîstên hov derketin, ketin destê îslamîstên zebaniyên herdu dinyan û wehşî.


-Dibê hûn baş bizanibin "apo ne gêj e, gelek tiştan zane lê nabêje." Gava dibêje xelk û alem tev da kevir û kuçikan lê dibarînin.
Lema jî feqîro tiştê zane kêm û nîvçe dibêje.




-Tirkiye her cejnê, her Newrozê, her sersalê miheqeq Kurdistanê bombebaran dike, nahêle kurd cejna xwe bi kêf pîroz bikin. Miheqeq cêjnê li wan dikin şîn. Ev yek ji xwe ra kirine rûtîneke daimî.

Dijminek ancax kane hewqasî namerd be. Neyartiyeke ji viya mezintir, namerdiyeke ji viya xerabtir tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE