11 augusti 2018

Vana ji leglegê jî xerabtir kirin



Ji roja teşxeleya nabêna Amerîkayê û Tirkiyê dest pê kiriye devê berpirsiyar, serok û siyasetmedarên tirk nakeve hev, Erdogan, wezîr, serokê meclîsê, serokên partiyan her roj beyanê li ser beyanê didin.

Aqil didin Amerîkayê.
Şîreta li Trump dikin.
Gefa lê dixwin.
Gazinan jê dikin.


Dostiya xwe bi bîra emerîkiyan dixin, dibêjin we çi gotiye, me tim kiriye.
Dibêjin heger hûn wa bikin emê ji xwe ra hin mitefikên din bibînin. 
Bi kurtî dibêjin û dibêjin, devên wan nakeve hev, 24 saetan wek leglegê wer leqeleqa wan e.

Emerîkî qet dengê xwe nakin.

Ji Trump qet deng dernakeve. 

Heta nuha bi yek gotinê jî bersîv nedane Erdogan û tirkan.

Trump, do twîttek tenê nivîsî, hew. 

Bi twîttekê lîreya tirk rezîl kir, aboriya Tirkiyê serobinîhev kir.

Lê tirkên cahil hîn jî leqeleqa wan e, hîn jî devê wan neketiye hev. Dipeyivin û dipeyivin.

Erdogan ji Trump ra gotiye “heyf, hûn şirîkê xwe yê NATOyê yê stratejîk bi keşeyekî diguherînin.”

Ji bo ku li ba wan qîmeta însên sifir e, lema jî xwedîderketina Amerîkayê li keşe Brunson fêm nakin.
Tirk ji ereban jî nezantir û pir cahltir in.

Heger ne zircahil bûna ewê Brunson rehîn negirtana û doza şantajê li Amerîkayê nekirina. Ewê bizanîbûna ew nikanin ji Amerîkayê xûgiyê bigrin û Amerîkayê mecbûrî takasê bikin.

Reîs gotiye efendim “heger Amerîka dev ji vê siyaseta xwe bernede ewê ji xwe ra dost û hevalên nuh bibînin…”

Gava aqil tunebe meriv gotinên wiha beradayî dike, Dewleteke wiha bêîstîkrar kes cidî nagre û bi çavê mitefikekî saxlem lê nanêre.

XXX
Trump, îro baca ekstra da ser alumînyûm û polaya ji Tirkiyê îtxal dikin. Tirkiyê got ewê vê gava Amerîkayê bê bersîv nehêlin

Helbet dibê nehêlin û heta dibê bersîveke girantir jî bidin Amerîkayê. Dewleta mezin vê heqaretê qebûl nake

Gava mirina bizinê tê diçe nanê şivên dixwe
Weleh hûn bersîvê bidin jî, hûn bersîvê nedin jî we bela xwe dîtiye. Hûn çawa bikin jî hûn li zirarê ne.

Kurro hûn kanin çi bi Amerîkayê bikin?
Hûnê bi çi yê xwe bersîvê bidin Amerîkayê?
Bi rastî jî cahil cesûr e !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE