07 augusti 2018

Tirkiye û çîroka beq û ga



Lîreya tirk wek berfa roj bide ser dihele, Dolar bû 5, 40 !

Li gel ku li Tirkiyê sîstema serokatiyê heye û reîs jî resmen serok e, lê hîn jî ji helîna lîreyê  û firîna Dolar ra çareyek nedîtiye.

Çima nikane çareyekê bibîne tiştekî pir xerîb e…



Rewşa Tirkiyê û sewda Erdogan ya mezinatiyê û berberiya bi Amerîkayê ra dişibe çîroka beq û ga.

Rojekê li mêregekê beqek rastî gayekî hat. Bû heyranê gê, dilê wî bijiya mezinayiya wî. 

Ji bo ku ew jî bi qasî gê mezin bibe xwe nebixand û nepixand û nepixand. 

Bû wek balonekê. Dageriya ser xanima xwe û jê pirsî, got:

-Xanim, hela bala xwe bide min, ma ez bi qasî gê mezin bûm?

Xanimê ji vî alî, ji wî alî da bala xwe dayê û got “niç”, ”hîn tu li ku ga li ku?”

Beqê me hinekî din xwe nepixand. Û dîsa pirsî:

- Hela îcar bala xwe bidê, tu dibêjî îcar ez bi qasî wî mezin nebûme?

Xanima reben ji mecbûrî dîsa bala xwe dayê û bi ken got:

-Weleh tu bi ya min dikî tu yê dev ji vê sewdayê berdî, tu beq î, tu çi biki jî tu nikanî bi qasî gê mezin bibî. Tu yê biteqî…

Li ser van gotinên xanimê, beqê me tew dîn bû û xwe hinekî din jî nepixand û hinekî din jî… Û dû ra jî got “PEQ” û teqiya…

Tirkiye BEQ e, Amerîka GA ye. 
 
Beq dixwaze bibe ga. 

Nabe, beq xwe zêde binepixîne ewê biteqe û wa ye teqiya…




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE