29 augusti 2018

Tesîrên medîa sosyal yên baş û xerab



Xanimeke bi navê ”LeylîLeyla”, di twîtta xwe da li ser kesên di medyaya sosyal da zêde wextên xwe derbas dikin gotiye:

”Gava min dest bi xwendina Kurdî kir, ji birçîbûnê min her kes û her tişt dixwend. Çawa ku demên şêlû bandorê li her tiştî dike, bi heman awayî li mêjûyan jî dike. Niha rewşenbîr jî, helbestvan jî, romannîvs jî, sîyasetmedar jî her kes wegerîyaye salên ergenîyê (xamatîyê).

Kesên ku dikarin maqaleyekê binivîsin, kesên ku dikarin di warê rexneyê da nivîseke têr û tijî binivîsin, kesên ku dikarin helbesta Kurdî bi bask bikin, hema bêje hemû gewre(!)yên me wek ergenên ku zanîngehê dixwînin, bi hevokên twitterê xwe egle dikin, digel xwe me egle dikin...
Heyf, heyf, heyfa keda we. Heyfa me. Ez hê jî birçî me, lê sed korahî ku gewre(!)yên me kanîyên xwe hem bo xwe, hem bo me miçiqandine. Me bi twîtan aş dikin.”

Gava meriv bi vî alî tenê li meselê binêre rast e, bi rastî jî facebook û twîtt gelek wexta meriv digrin û ji me hinek kes jî wexteke xwe ya pir zêde didin vê mecrayê.

Rast e, twîtt û facebook û hin medyayê din gelek kesan mijûl dike, nahêle karekî hîn baştir, hîn muhîmtir bikin. 


Lê li alî din bi xêra wan kesan, di van platforman da gelek kesên di jiyana xwe da bi kurdî yek gotin nenivîsîbûn û yek rêz nexwendibûn temasa wan bi kurdî ra çê bû û baş xerab fêrî kurdî bûn. 

Heger ew kesên LeylîLeyla xanimê wan rexne dike di facebook û di twîttê da wextên xwe neborandana, bi hezaran kurd fêrî kurdî nedibûn, hev û di nas nedikirin.

Lema jî bi baweriya min,hebûna kesên LeylîLeyla xanimê qala wan kiriye di medyaya sosyal da ji tunebûna wan baştir e. 

Bi kêmasî nuha û heta demeke din jî baştir e. 

Dibê kurd ji analfabetiya zimanê xwe xelas bibin û bikanibin meqaleyekê, romanekê, çîrokekê bi kurdî bixwînin, werin wê mistewayê.


Ji ber ku ez wiha difikirim, lema jî ez her roj çend saetên xwe di facebookê, twîttê û û blogê da derbas dikim.

Mesela ev 10 sal in ez facebookê û 11 sal in blogê bi kar tînim lê min nehîştiye kes yek rêzê jî di FCa min û di bloga min da bi tirkî binivîse. Di van 11 salên borî da bi sedhezaran kesî nivîsên min xwendin û şirove kirin, hemû jî bi kurdî bû. Ev jî alîyi medyaya sosyal ya baş e. Lema jî dibê meriv li vî aliyê medyaya sosyal yê pozîtîf jî bifikire.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE