02 augusti 2018

Stûrî ji gayê zer ra namîne



Min tim digot ev stûrî ji Erdogan ra namîne, ewê bela xwe bibîne. 

Pêşiyên kurdan gotine stûrî ji gayê zer ra namîne, rast e, ne her tim be jî bi piranî namîne, zû dereng zalim li bela xwe rast tên.

Erdogan ev du sal in Xûgîyê  ji YE û ji Almanya digre, lê xwest ji Amerîkayê jî bigre. Diyar e Trump xûgiya Erdogan xwest neda.

Li gorî tê gotin ji bo berdana keşe Brunson, Trump berê hin daxwazên erdogan qebûl kirine, lê Erdogan di deqîqeya dawî da meblax zêde kiriye, gotiye dibê hûn dosya Halk Bankê jî ji kok da bigrin. 


Li ser vê, peyman xera bûye û Trump bûye moza sor û azirî ye. Û dû ra jî ev gavên li hemberî Tirkiyê avêtine..

Biryara Amerîka ya di heqê herdu wezîrên tirk, Gul û Soylu da pir cidî ye û îşareta teşxeleyeke mezin e. Ya reîsê teslîm bibe û bibêje "tobe"!, ya jî ewê bela xwe bibîne, ewê bedelekî mezin bide...

Amerîka ewê bi van gavan jî nesekine, tiştên Amerîka li hemberî Tirkiyê bike pir in û ewê bikin.

Erdogan ev fêm kiriye û rebeno bûye pisik, wek şêr û pilingan nake hîbehîb, pir nazik, nerm, feqîrane dipeyive, dostiya Tirkiyê, fedekariyên Tirkiyê ji bo Amerîkayê kirine bi bîra Trump dixe…
Lê êdî dereng e, tîr ji kevan firiya ye…

Amerîka ne kurd in, ne Sûriye ye, ne Îraq û Merkel e.

Bizina kol elemîbû daniya, efendî elimîbû devê Merkelê lê îcar ket feqê...

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu got ewê bersîva Amerîkayê bidin. Hêvî dikim bidin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE