12 augusti 2018

Şexsîyet


Mamosteyê sinifê bi tebeşûrê li text yekek (1) mezin nivîsî...

Ji xwendevanên xwe ra got:
”Birnêrin, ev şexsîyet e. Di jiyanê da tiştê herî bi qîmet şexsîyet e, dibê meriv xwedî şexsîyet/qereketer be…”

Dû ra sifirek (0) danî pişt (1)ê:


”Ev jî serketin e. Şexsiyeteke serketî  (1)ê  dike (10).

”Sifireka (0) din…

”Ev jî tecrûbe ye. Ji (10)a hûnê bibin ”100”. 

Û sifireka din û sifireka din, dom kir.

”Qabîlîyet, disîplîn, hezkirin…” 

Bi zêdebûna her sifirê (0)ê ra şexsîyet 10 kat zengîntir dibe.

Dû ra jêbir girt destê xwe û (1)a serî jê bir. Man tibabek sifir li ser textê reş .

Mamoste tam di vir da gotina xwe ya dawî got:

”Heger şexsîyet tunebe yên din hemû hîç in, ne tiştek in…"

Heger "şexsîyet bi pera bihata kirîn meriv dixwaze bikire û diyarî hin kesan bike."

Lê çi heyf şexsiyet li dikanan nayê firotin.

Şexsîyet ji kursî û meqam jî, ji mal û milk jî, ji perê di bêrîka meriv da jî û ji kincên li meriv jî bi qîmettir e.

Dibê meriv xwedî şexsîyeteke saxlem be. Merivê bêşexsiyet  ne dîwarê saxlem e, dibê meriv tu carî pişta xwe nespêrê, tu carî baweitê pê neyne.

-Aqil dişibe şûrekî herdu devên wî tûj, şexsîyet doxa wî ye, dox tunebe şûr bi qîmet nabe.

XXX

Do jîr bûm, min dixwest dinyayê biguherînim.
Îro biaqilim, dixwazim xwe biguherînim.
///Mewlane



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE