03 augusti 2018

Şelafê kes wî qebûl nake

Kemal Kiliçdaroglu
Şelafê dewleta tirk û tirkan


Li Tirkiyê şelaf(qeşmer, şalûz)pir in. Kultura şelafiyê di nava tirkan da pir kûr e, pir kevn e.

Di dema osmaniyan da şelafî wek terzîtiyê, wek berberiyê, wek necariyê û kevirbiriyê ew jî sinetek bû. Hin kes dibûn terzî, berber û necar(xerat) û hin kes jî dibûn şelaf(qeşemer, şalûz, dalkavuk).

Di dewleta osmanî da yê bixwesta kanîbû bi pera sîleyekê, şîrmaqekê li şelafekî xe. Sîlekirina şelafekî, ji bo her sîleyekê 30 quruş, reşkirina ruyê şelafekî bi murekebê ya jî bi komirê 37 quruş û sîlekirina serê şelafekî, tabî ji bo her sîleyekê, 45 quruş bû.


Dewleta Osmanî ev 96 sal in têk çûye û şelafî jî li Tirkiyê êdî wek sinet tuneye.
Lê belê kultura şelafiyê di nava tirkan da hîn jî pir xurt û berfireh e.  
Lema jî li Tirkiyê kesên şelaf pir in. 

Bi taybetî jî şelafên dewletê, şelafên hukûmetan û birêvebirên dewletê heta hûn bixwazin pir in.

Kemal Kiliçdaroglu yek ji van şelafên herî bi pêş ketiye û herî bi nav û deng e. Amîgoyekî CHPê ye jî.

Meriv kane bibêje Kilçdaroglu mîrê şelafa ye.

Kiliçdaroglu xwe ji biyara Amerîka ya di heqê du wezîrên Tirkiyê da pir aciz kiriye û wek şelafekî profesyonel edaleta Tirkiyê parastiye û gotiye:

 ”Ev biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerêkayê(DYA) xurûra miletê tirk rencîde kiriye. Tiştê dibê em bikin ev e:di siyaseta derve da tiştekî bi navê muteqabîliyetê(beramberiyê, mîsîlîme) heye. Em dibêjin dibê hukûmet jî di heqê du wezîrên DYA da eynî biryarî bigre. Wê demê em wek hev dibin.”

Ev şelafê him ji dêrê bûye û him jî ji mizgeftê ji bo ku xwe bi tirkan şîrîn bike wiha dibêje.

Ev şelafê heramzade tim wiha dike. Lê tirk dîsa jî wî naxin dewsa însên.

Heta nuha sed carî gotiye li Tirkiyê heq, huqûq, edalet tuneye, li Tirkiyê ”qanûnên daristanê” hene, her tişt di bin emrê şexsekî, Erdogan da ye. Lê nuha jî ji Erdogan û ji tirkan ra şelafiyê dike, dibêje Amerîkayê çi kiribe dibê em jî wiha bikin.

Kuro şelafê reben, derpiyê qûna leşkerên we xêrata Amerîkayê ye, Amerîka him di vê biryara xwe da bi heq e û him jî xurt e, xwedî wê hêz û qudretê ye biryareke wiha bigre. 

Le hûn çi ne, hûn ji birçîna dimrin. 

Ma Amerîka Sûriye û Îraq e hûn li hemberî wê quretiyê bikin?

Weleh heger hûn devê xwe vekin (ji xwe Erdogan zane, newêre devê xwe veke)Trump ewê devê we biçirîne. 

Lema jî tavilê keşe Brunson berdin û herin xwe bavêjin Trump, bibêjin me kir tu nekî, me efû bike.
Ji bo we ya herî baş ev e. 

Lê xwezî Tirkiyê bi ya te bikira û di heqê du wezîrên Amarîkayê da eynî biryar bigirta. 

Lê ez zanim nake, çimkî Erdgoan zane ewê çi were serê wî. Lema jî ev sê roj Çavuşoglu wer li ser telefonê ye û xwe davêje dexlê Pompeo, dibêje me zêde neêşînin, ji me ra rêyekê vekin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE