09 augusti 2018

Pêşiyên xelkê tiştên pir giranbiha li pey xwe hîştine



t û ber

Ji 68 salên jiyana min 30 li Kurdistanê û 38 salên wê jî li Swêd, li Stockholmê  derbas bû.

Li gel ku Stockholm bajarekî ne mezin e, here were milyonek nufûsa wê heye, lê dîsa jî di van 38 salên jiyana xwe ya li Stockholmê da min Stockholm baş nas nekir, têr lê negeriyam.

Sebeb yek jê jî ereba min tuneye, yanî ez ne siwar, tim peya me. Lema jî ger, çûn û hatin zahmet dibe.


Lê nuha bi xêra teqawîtiyê, ez û xanim hêdî hêdî li Stockholmê digerin û der û mekanên me nedîtiye dibînin.
Îro em çûn Hagaparkenê, yanî Parka Hagayê.


Hagaparken, parqeke Swêd ya netewî ye û ji nava bajarê Stockholmê bi xwe mezintir e, mezinahiya wê 144 hektar e û derke pir xweş e.

Ev 38 sal in ez li Stockhomê dijîm, lê min ev park hîn nedîtibû, dîtina wê îro bû qismetê me. 

Parqeke muhteşm e, bi rojekê meriv nikane lê bigere.

Hagaparken(Parka Haga), ji alî Qiral Gustavê III. ve di nabêna salên 1786-1788a da hatiye avakirin. Gorrên gelek qiral û malbatên wan li vê parkê ne.


Ji bo ger û bînvedanê, pîknîkê dereke mikemel e…

Di nava parqê da gelek koşk, seray û qesrên biçûk û mezin hene. Bexçeyekî tropîkal yê pinpinîkan û yê segmasîyan(shark)heye.

Me çû ew jî dîtin.

Yanî min di ciwaniya xwe da tu tiştek ji jiyana xwe fêm nekir, wer çûm kar û hatim mal û caranan jî bi xêra hin mîvanan li nava bajêr geriyam. 


Lê li Stockholmê 50 muze, bi sedan qesir û park hene.Heta nuha belkî min ji sedî 20ê wan jî nedîtiye. Lê ji  nuha û pê da, bi xêra teqawîdiyê emê caranan herin ji xwe ra bigerin û bal û dîna xwe bidin huner û marîfetên xelkê û wek merivên bêwelat û bêdewlet bi halê xwe, bi perîşaniya xwe bigrîn.


Em îro pir geriyan û me gelek der û tiştên xweş dîtin. Hela em binêrin careke din dîtina ku derê ewê bibe nesîbê me…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE