02 augusti 2018

Milet li bende bersîvê kevzikî bû...

Erdoga bersîvek pir sert da Amerîkayê: Ev çawa îş e ?


Ji do da ye serok û berpirsiyarên hukûmeta AKPê dibêjin ewê bersîva Amerîkayê bidin, xwedêgiravî ewê kirinên Amerîkayê bê bersîv nehêlin. Em li bende bersîvê kevzikî bûn..

Lê heta nuha bêyî dubarekirina vê peyvê kesî tu bersîv mersîv nedaye Amerîkayê.



Medya tirk di manşetên xwe da dibêje " ji Erdogan, ji Çavuşoglu, nizanim ji kê bersîvek pir sert", lê dema meriv bersîvê dixwîne bira "sertî" li wir bimîne, bersîv ji pembo jî nermtir e, berger e, zeytkirine, pişopişo ye...

Erdogan nikane tu bersîv mersîva "sert" bide Amerîkayê, çimkî pişta wî kul e û binê wî şil e. Ew zane ewê li zirarê derkeve. 

Lê rewşa wî pir zor e, efendî ketiye feqeke pir xerab. Keşe Brunson berde xerab e, bernede xerabtir e.

Lê wî bi destê xwe li xwe wa kir, bi tawîz û xûgiya ji Trump girtibû nehat serî, xwest hinekî din bigre. 

Yanî timayî û çavnebarî kir û bi vê timaya xwe jî malik li xwe viritand.

Nuha maye di nabêna xelîl û celîl da, him ji dêrê bû û him jî ji mizgeftê, here kîjanê jî xerab e....

Û Trump jî dîn e, zalim e...

Hela ka em binêrin reîs îcar ewê çi dolabê bigerîne...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE