21 augusti 2018

Li xerîbiyê meriv hesretiya hejîra dimîne



Ji fêkîyên ez pir jê hez dikim yek jî HEJÎR e. 


Ez miriyê hejîra me. 

Ji do da ye hejîr hatine markêtra me. Ez dikirim û dikirim.
Lê ne bi kîloyan, bi heban dikirim.

Li ba me wek li Kurdistanê bi kîloyan nayê kirîn, bi heba ye.


Yên li welêt nuha kêf dikin, têr hejîrên wek loqim dixwin. 

Berê li Swêd qet hejîr tunebûn. Lê ev çend sal in hene. Ji Tirkiyê tînin.

Ji mecbûrî hejîrê tirkan dixwim...


Ferqa tirkan û emerîkiyan




Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, di rojnameya Amerîka USA Today da Trump rexne kiriye. Çend roj berê jî Serokkomar Erdogan di New York Timesê da meqaleyek nivîsîbû û wî jî Trump û siayseta wî ya li hemberî Tirkiyê rexne kiribû.

Ji bo ku USA Todayê û New York Timesê nivîsên Çavuşoglu û Erdogan belav kirin kesî ne gefa girtinê li wan xwar û ne jî got ew xayin in û ajanên Tirkiyê ne.

Li Tirkiyê tu rojname newêre tiştekî wiha bike, newêre nivîsên biyaniyan yên li dijî Erdogan biweşne.  Dewletê tavilê here ser, gefan lê bixwe û her kesê jê ra bibêje vana ajanên Amerîkayê ne, xayin in, bi Tirkiyê ra xiyanetê dikin.

Gelo li Tirkiyê rojnameya biwêribe  meqaleyên Traump û Pompe yên li dijî Erdogan biweşîne heye ?

Ez bawer nakim.

Biwêribe jî nake, çimkî ew kultur, ew azadî  û ew demokrasî tuneye.

Ev jî ferqa Amerîka û Tirkiyê ye, ferqa emrîkiyan û tirka ye.Lê tirk hîn jî fedî nakin û xwe bi Amerîkayê û bi Ewrûpayê ra direwisînin. Yanî tirp jî xwe ji nihmetan dihesibîne…


Şelafî ne xisletekî baş e


Di twîtterê da Abdulah Kiran û Murad Ciwan, li ser wergera şiîreke biçûk ya Ehmedê Xanî, Ataol Behramoglu rexne kirine, gotine di wergerê da tahrîfat kiriye.

Behramoglu bi hîdet û bozbilindiya tirkekî li wan rabû, ew biçûk û nezan dîtin, meydan ji wan xwest...

Li ser vê, A. Kiran teslîm bû, bû pisik, twîtta xwe xera kir û li hemberî Behramoglu melisî, neheqiya xwe qebûl kir, got ez rica dikim em vê meselê bigrin, filan bîvan...

Behramoglu bi serdestî û quretiya tirkekî û yên me jî bi bindestî û rebeniya kurdekî herket kirin; tirk neheq e lê çavsor û stûr e. Kurd bi heq e, lê dîsa jî reben û pepûk e.

Heger tu yê hewqasî zû teslîm bibî, heger tu yê nikanibî li gotina xwe xwedî derkevî, tu çima xelkê rexne dikî?

Yê kurd bi heq be û meqamê wî çi be jî li hemberî tirkê neheq tim reben û hustuxwar e. Helbet ne her kes, lê bi piranî wiha ye.

Herin bersîvên Abdulah Kiran û Murad Ciwan dane Ataol Behramoglu bixwînin hûnê vê rastiyê bibînin...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE