29 augusti 2018

Li xerîbiyê meriv bi hev şîrîn dibe



Ev çend roj in rojeve min tije ye, rojê çend dost û hevalan dibînim.

Pêr mîvanên min hebûn, do ez û çend heval li bajêr hatin ba hev û me çend saetan tûrikên ji hev ra xwe vala kir.

Îro jî ez, Enwer Karahan û Mistefa Aydogan û kekê Mehdî Zana hatin ba hev. Ge wan li min guhdarî kir û ge min li wan.

Dema kal tên ba hev qala defterên kevn dikin. Me jî îro wer kir. Xweş bû.


Em çûn salên 1970, 80î û me qala xortaniya xwe û serpêhatiyên xwe yên derketina ji welêt û yên salên me yên pêşî yên li Ewrûpayê kir.


Heval dibêjin bîranînên xwe binivîsîne, van tiştan bi xwe ra nebe gorrê. Nêtra min heye, lê min hîn biryar nedaye, hîn dudil im. Ez newêrim biyarê bidim, çimkî dema biryarê bidim dibê ez bikim. 

Ez ji hevalan ra dibêjim di jiyana min da tu tiştekî muhîmê qalê bikim tuneye, lê ga li in guhdarî dikin, dibêjin vana tiştên pir xweş in û dibê tu binivîse.


Hela ka ez binêrim...



Hersê xanimên bi kincên kurdî: Muzeyen Pakdemir, xanima min Hêvî û Leyla Aydin.

Îro hina keça hevalê me rahmetiyê Selîm Bakaç bû. Xaniman li wir ev ris
im girtine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE