06 augusti 2018

Li Hewlêrê embareke din ya sîlehan şewitandin



Li Hewlêrê do dîsa embareka çek û teqemeniyê teqandin. Ev embara 4a ya jî 5a ye ditqînin.

Min digot belkî sabotaj in. Lê ne wisa ye, li gorî hin îdîeyan ew bi xwe diteqînin. Berê sîlehan difroşin Daîşê û dû ra jî agir berdin embarê.

Bêyî çeteyên îslamî kî ewê sîlehan bikire?

Dewlet ne motajê sîlehên pêşmerge ne, têra xwe sîleh û cebilxaneyên wan heye. Yên sîlehan ji şexsan bikire ancax şexs bin û ew jî neyarên kurdan in.

Heger firotin ne rast be, wê demê embar bêxwedî ne, neyarên kurdan kînga dilê wan dixwaze diçin agir bera embaran didin. Ya jî yên li ber embaran neyarên kurdan in, ew dikin.


Wekî din îzaha van şewatan tuneye. Lê kîjan be jî pir xerab e, kurd nikanin li çekên xwe xwedî derkevin.

Heta nuha yek mesûl jî negirtine. Niçin agrin çimkî ew bi xwe sîlehan difroşin û dû ra embarê bi hewa dixin.

Yanî dizên me ji malê ne, me gur kirine şivanê berxan.
Çekên Amerîka dide kurdan ew jî difroşin Daîşê û Daîş bi wan sîlehan kurdan dikuje.
Tu ferqa vanan ji çeteyên Daîşê tuneye. Piranî bûne çete û xayinên qewmê xwe.
Heyfa xwîna şehîdan.

Eric Smko Meselk heye xalo deben dema diz xwedane male be ne havcei keltiye.

Serbest Harman Ev agahiya ku çekan difroşin Daişiya û bi wan çekan tên Kurdan dikûjin hun ji kîjan çavkaniya xebera distînin kek Zinarê Xamo? Gelo çavkaniya te jî û ya Zernewsê yek e? Jiber go ya Zernewsê; şagirtên Yalçin Küçük in. Heyf e, werê nekin, ne tadê li xwe bikin û ne jî nivîsên bêbingeh bela bikin. Medya apoyî û ya masmostê Apo Yalçin Küçük, her roj nûçeyên bi KOMPLO êrîşî Başûrê Kurdistanê û bi taybetî Kek Mesud Barzanî dikin. Hissî hereket nekin, xeberê bê bingeh bela nekin, heyfe, şerme.

Vedat Öz Yaw çapemeniya dinya ye çekên ku Elmana dayî pêşmerga li bazara qeçaxçîya dît in, şûna her xirabiya wan rewa bikin bibînin û hesab bipirsin ji bo hew ev tişt biqewimin . Çapemeniya cîhane jî nûça ji Apocîya werdigire jixwe . Ev çend cebilxane ne dipeqin, heke rastî agir derdikeve divê dîse hinek berpirs bin ji ber van kêşa ye lê kes bawer nake ku agiren jixwe re çêbûyî bin .

Eyyüp Karakeçili Rast dibıji ev na Çek fırotıne prıza xa pakıj dikin.ez evi van dı dayıka vanı dikin ivanji dayika vankın

Zinarê Xamo Herman, min tu nav nedaye û êrîşî tu şexsan nekiriye. Rexeneya min li berpirsiyarên wan embaran e, di nava salekê da ev 5 embar in tên şiwitandin.
Ma bi ya te ev hemû qeza ne ?
Ev şewat normal in û dibê meriv ji van şewata wan şikê neke?
Di nava mehekê da ev embara sêyem e tê şewitandin.
Sebebê şewata van embaran çi ye?
Kî van emberan dişewitîne?
Çima berpirsiyar sebebên şewata van emberan eşkere nakin?
Çima heta nuha kes negirtine?
Çima embarên çekên Îraqê, Tirkiyê û Îranê naşewitin, çima yên kurdan dişewitin?
Mesela firotina çekan heta bigihîje medya alman jî nivîsî.
Li Kurdistana Başûr îdîa firotina çekan ne nuh e, her kesî bihîstiye û di nava xwe da her kes dibêje.
Gava sîleh werin firotin mişteriyên wan ne dewlet in, çeteyên îslamî ne. Ew jî neyarên kurda ne û li hemberî kurdan şer dikin. Yên sîlehan dikirin ne ji bo sûsê dikirin, ji bo ku bi kar bînin.
Bi baweriya min dibê her kurd ji berpirsiyaran hesabê van şewatan bipirsin, dibê mesûl diyar bibin û werin cezakirin. Bêdengmayin ne rast e…

Serbest Harman Elbet ji heqqê me ye, hetta ji erkê Netewî ye hebûna Kurd û Kurdistanê biparêzin. Gendelî, rişwet û peredizîn di hemû civatan de heye, li ba Kurdan jî wê hebe. Erkê me niştimanperwera ewe ku, bê hiquqiya di cvatê de bînin zimên. Qesd ev e, eger delîl û ispatên te hebin ku “mesûl” ên Başur çek û teqemeniya difroşin Daişiya, ku ev iddiayên giran in, divê were eşkerekirin. Yan na nêtek ne paqij li paş heye. Firotina çek û teqemenî, firotina namûsê ye, ji vê ixanetê mezintir nabe. Belki ew çek û teqemenî yên ku tu dibêjî, dabin apoyiyên Dagirkerparêz! Meriv nizane. Qasî ku Yalçin Küçük û Şagirtên wî êrîşî Kurdistanê dikin, tukes nake. Ya go ez dixwazim bêjim ji te re kek Zinar; hissî hereket neke, heyf e, guneh e.

Özzengin Seyhmus Apocî nûçeyan çêdikin û hinek jî dibin hemalên wan! Mixabin di vê karesstê de niyet û Armanc yeke. Li gor wan, divê herkes bibe dijminê Bashurê Kurdistan(!)

Vedat Öz Çi xirabî bibe hûn tênin bi Apocîya ve girêdidin û xwe jê xilas dikin :)) hûn her bijîn, ma ez çi bêjim . Yanê çi bibe hûne qebul nekin min ew fêm kir .

Sîdar Yigit Serbest Harman qendelî û rişwet li hemû civakan normal nayê dîtin û li hemû welatan sîstem rê nade qendeliyê. Ji Swêdê silav...

Abdulğani Bakir xwedê mala xayîna xerbike

Vedat Öz Saet xweş lê hemî mirovên me î Bakurî bi taybet naxwazin wan rastiyan bibînin û vebêjin .

Zinarê Xamo Serbest, weleh dabin kê jî xerab e. Di nava mehekê da ev teqîna sêyem e, berê jî çend caran bûbû.
Ev ne tiştekî normal e, ne tiştekî dibê meriv li hember bêdeng bimîne.
Heger nafroşin, ku îdîayên we hene û her kesî jî bihîstiye, wê demê dijmin van sabotajan dikin.
Dijmin çawa kane di mehekê da 3 embarên çekên meriv biteqîne?
Wê demê embar bêxwedî ne, ya jî nobedarên wan meriv dijmin in.
Yanî bi her hewaî karasateke mezin e.
Çima heta nuha berpisiyar, sûcdar nayên girtin?
Di nava salekê da çawa dibe 5 cebilxaneyên meriv werin şewitandin û kes neyên girtin.
Piştî her şewatê berpirsiyar dibêjin "şikir ji Xwedê ra kes nemiriye !"
Erê kes nemre baş e, lê belê dibê mesûl werin girtin, sebeb were îzahkirin, çima ev şewat dibin, kî dikin?
Dîtina berpirsiyaran çi ye?
Di şewatan da nemirina kesî jî balkêş e, çawa dibe di 5ê şewatan da ne kes birîndar bibe û ne jî bimre?
Bi baweriya min ji dêlî hûn min rexne bikin, dibê ji berpirsiyaran bersîvên van pirsan bixwazin...

Vedat Öz Partîperest nikarin partiya xwe nebaş bibînin, mesele ev e . Saeta we xweş, min jî ew heftiya çûyî qal kir çimkî hingî jî tiştek wiha bûbû .

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE