20 augusti 2018

Kurd ji Tirkiyê û tirkan pir hez dikin




Li vê dinyayê tirk herî pir ji kurdan nefret dikin û dixwazin koka wan biqelînin. Kurd jî viya baş zanin. 

Û di nava tirkan da jî tu carî xwe rehet û azad his nakin. Tim li xwe û li devê xwe miqate ne. Zanin tirk ji wan nefret dikin, bi kîn û nefret û bi çavê dijmin li wan dinêrin.


Lê dîsa jî gava kurdekî ji Kurdistana Başûr wek turîst diçe Tirkiyê pir dilşad e, wek eskerekî teskere girtibe bextewar e, wek girtiyekî ji zindanê azad bûbe û diçe mala xwe kêfxweş e. 

Lê Îraq bihuşt be jî bi wê kêfê û bi wê dilxwaziyê naçe wir, naxwaze here wir û nava ereban.

Çimkî ji ereban hez nake, lê ji tirkan pir hez dike. 

Hewqasî hez dike ku gava berê xwe dide Tirkyê ji bîr dike tirkan welatê wî dagir kirine. 

Ji bîr dike tirk dijminên wî ne.

Ji berî dike tirk jê nefret dikin...

XXX

Li gorî almanekî ferqa kurd û tirkan

Li Almanyayê di programeke telewîzyonê da ji almanekî ferqa kurdan û tirkan pirsîne. Yê alman gotiye bi baweriya min ferqa nabêna kurd û tirkan ev e: 

"Hin kurd dibêjin em tirk in, lê belê yek tirk jî nabêje ez kurd im."



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE