18 augusti 2018

Kî ji ser sifra me radibe kêrê dide sifra me




Tiştekî pir ecêb e, çi tirk, çi ereb, kî ji ser sifra kurdan rabûye kêr daye sifrê. 

Kê nanê me xwariye, tirba(gorra) me kolaye.

Hemû şîiyên îro li Îraqê desthilatdar in, di dema Seddam da pêsekinîyên kurdan bûn, li Kurdistanê disitirîn.

Tu pê li zikê kîjan siyasetmedarê şîe kî, ewê şorba kurdan ji devê biherike. 


Lê îro bi tank û topan tên ser kurdan û bajarên kurdan dagir dikin, kurdan mecbûrî koçberiyê dikin.

Di van 30 salên dawî da kurdan bi sedan çepên tirk yên pelapûçî kirin parlamenter û xwedî meaşekî ebedî. 

Lê îro li hemberî zulma li kurdan dibe bêdeng in, ji gorrên miriyan deng tê ji wan nayê.

Hukûmetê fermana kurdan rakiriye, rojê daristameke Kurdistanê dişewitînin, lê ji van kesên kurdan ew kirin parlamenter qet deng dernakeve, tu dibêjî belkî kilît li devê hemûyan xistine. 

Kurdan bi salan bi sedan çepên tirk yên bêwefa û bêxîret li ser bêslî kirin, qûna wan û serê wan mezin kirin, ew xistin dewsa însên, kirin parlamenter, lê îro li hemberî terora dewletê kerr û lal in.

Diyar e nanê me bêxwê ye, kî dixwe bêwefa dibe.

XXX

Ji tunebûna şêran, rovî xwe li meydanê nîşan didin wek egîd û mêran.

Ji tivingê ra nîşan, ji hespê ra meydan û ji egîd û xweşmêran ra jî şer û rojên giran.

Di rojên giran da meriv dibîne kî boxe ye, kîberan e...
Me di van rojên giran da serokên xwe baştir nas kirin.

XXX
Kalbûnê li min kar kir, xortaniyê mala xwe ji cem min bar kir, qîza ruyê xwe ji min guherî, bûka dilê xwe ji min sar kir.

Gelî keç û xortên ezîz û xoşewîst, berî ku ev tişt were serê we jî qîmeta xortaniyê bizanin û dilê xwe mihûz nekin.
Ji min gotin, êdî hûn bi kêfa xwe ne...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE