27 augusti 2018

Îşev min çend mîvanên ezîz hebûn




Îşev çend mîvanên minê pir ezîz hebûn. Me heta derengê şevê bi hev ra sohbetek nostaljîk û hingivîn kir. 

Sohbet û mîvaniyên wiha eynî wek derman e, bîna meriv fireh dibe, meriv kul û derdên xwe ji hev ra dibêje û di nabênê ra jî qala rojên borî dike.


Ryalogeojên borî dibin wek fîlmekî meriv temaşe kiribe û ji hev ra wal bike. Her yek sahneyek tê bîrê, qala sahneyekê û dîyalogekekê...


XXX


Jiyan dişibe lîstika pokêrê, destê meriv carnan baş, carnan jî xerab tê. Dibê meriv bizanibe li gorî kartên destê xwe baş bilîze.


Destê me kurdan îro xerab e, dibê em li gorî vî destê xerab baş bilîzin. Bi destê xurt her kes kane baş bilîze û resta yê hember bixwîne. Hostayî û marîfet ew e meriv bi destê xerab baş bilîze.

Me gelek rojên ji îro gelkî xerabtir dîtne.
Deme meriv ket dibê meriv hêzî ser xwe bike û rabe, lierdêmayin malwêranî 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE