23 augusti 2018

Îro jî wiha derbas bû...



Îro ez û xanimê me serê girt û em bi kuçe û kolanên Stockholma xopan ketin, me got ev kuçe ji te ra, ev kolan ji min ra, em geriyan û geriyan.

Herêmeka Stockholmê ya ez tim ji hember derbas dibûm lê ez tu carî lê negeriyabûm, em îro dageriyanê û em bîstekê lê geriyan. Me da rexê bahrê û em av û av çûn, em rastî gelek mîmariyên xweş hatin.


Ez ji rismigirtinê hez dikim û xanim jî jê hez nake, her cara ez rismekî digrim ya jî dixwazim bigrim, îtîraz dike, dibêje ”te berê yek girtiye bes e”!



Heger ew ne bi min ra be ezê gelek fotografên rengo rengo bigrim, lê pir dike pitepit, terka min dike û dihere. Dû ra jî ez nikanim bibînim.
Ez çi bikim, qey ev jî qedera min e, mec bûrî ezê îdare bikim,,,






XXX
Gerek rexne nebe sebebê meriv dev ji nivîsandinê û medyaya sosyal berde. Tu çi bikî jî ewê ne bi dilê hinekan be. Ji xwe eksê wê ne mimkûn e.

"Bager nabe sebebê însan ji deryayê hez nekin", dibê rexne jî nebe sebebê meriv dev ji nivîsînê û micadelê berde. 

Rêya me dûr û dirêj e, geh teng dibe, geh fireh dibe, geh serberjêr e, geh berjor, geh jî dibe xaçerê û asê. 

Di vê rêyê da hinekê biwistin, hinekê dom bikin. Emê rêya xwe, micadela xwe ya azadî û serxwebûnê dom bikin, heta em digihîjin hedefa xwe.

XXX
Pêşiyên me gotone, bendikên Rûto dudu ne, çavê wî li min e, çavê min jî li yekî din e.

Çavê kurdan li serokên wan in, çavên serokan jî li serokên xelkê ne. Serokên xelkê jî rêya rast nedin ber meriv.
Em hemû zanin heta bira nebin yek, ewê herin yek bi yek..



Tirkiye Dêrsimê bi daristan, heywan û însanên wê ve dişewitîne. Ev sê hefteye şewat berdewam e, dewlet lê temaşe dike.

2 kommentarer:

  1. Xalo, welleh ev xanenishini (taqawidi) li te hat u rupeleka taze di jiyana te de vekir.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Erê rast e, min ji zaroktî û xortaniya xwe xêr nedît, kalîtî baş derbas dibe.

      Radera

PARVE BIKE