05 augusti 2018

Hin kes ji bindestiyê hez dikin



Koletî wek sîstem, wek miesese li tu dera dinyayê tuneye. Di qanûnan da koletî sûc e, kes nikane kesî bi qanûnî bike koleyê xwe.

Lê belê her çiqas li dinyayê dûzana koletiyê nemabe û qanûn koletiyê sûc bihesibînin jî lê li Tirkiyê di praktîkê da hin kes jiyaneke koletiyê dijîn.

Çima ye, ji ber çi ye ez nizanim, feqet hin kurd(helbet tirk jî) ji bindestiyê, ji emirgirtinê, ji şelafiyê, yanî ji jiyana koletiyê hez dikin. Ji bindestiya xwe, ji emirqûlîtiya xwe qet nerehet nabin, şerm nakin.

Heta pir bextewar xuya dikin. Çawa hin kes ji kar û sinetê xwe hez dikin, ew jî ji bindestiya xwe, ji koletiya xwe hez dikin, jê kêf û zewqê digrin.

Hal û karê wan şelafîya Erdogan e. Di studyoyên telewîzyonan da bi saetan pesnê sîstemê û Erdogan didin. Wek mirîdê pesnê şêxê xwe bidin, ew jî pesnê xwediyê xwe didin, dibêjin jiyana herî xweş û îdîal koletiya Erdogan e. 

Yê dixwaze rehet bike dibê bibe kole. Koletî xweş e. Berê em ne kole bûn jiyan ne xweş bû, lê nuha hem ji Xwedê ra mezinekî me, rêberekî me heye, ew difikire, ew her tiştî zane û çi dike rast dike û baş û xweş dike. Tiştê dikeve ser milê me dibê em emir û talîmatên wî bi cî bînin…
Jiyana bindestiyê xweş e.
Bêşexsiyetî xweş e.
Koletî bextewarî ye.
 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE