20 augusti 2018

Hesret




Min bêrîya te kiriye

Ruhê min tim wek çenteyekî di destê rêwiyekî da bû
sê sal berê min ew li îstasyona Stockholmê hîşt
û bi hesreteke mezin
xwe avêt ji himêza te da
min qebûl bike
dilê min ê hustuxwar şa bike
min pir bêrîya te kiriye
bihêle ez serê xwe bidim ser kevirên te yên sincirî


bihêle ez li kuçe û kolanên zaroktiya xwe têr bigerim
bihêle di wan kuçeyên nuh da ez riya xwe wenda bikim
bihêle ez rastî evîna xwe ya pêşî werim
bihêle ez dîsa xortan li dora bicivînim
bihêle ez dîsa ji darên te tuhokan bixwim
bihêle ez herim ji Entînê avê vexwim
himêza xwe ji min ra veke
çavên xwe bi min ra qurç ke
ez ne xerîb im
ez zarok û malxuyê te yê do me
lê xerîb û mîvanê te yê îro me
min qebûl bike
weleh ez bêyî te debar nakim
min qebûl bike
bêyî te ez xew nakim

Zinarê Xamo
2013-08-24

Dewlet

Dewlet çi ye?
Dewlet, di devê te da ziman
di bêrîka te da cuzdan e
ji bo zarokên te dibistan e
ji bo miletê te şaristan e
Heger tu naxwazî li vê dinyayê
bêziman,
bêcuzdan,
bêdibistan
bêşaristan bimînî
dibê tu jî wek kurd bibî xwediyê
dewleteke bi navê Kurdistan

XXX
Navê welatê min Kurdistan e

Hemû diz tirsonek in
hemû tirsonek zalim in
hemû zalim bêbext in
ji ber ku hûn tirsonek,
zalim û diz in
hûn ji navê Kurdistanê dibizin
her însanek xwedî navekî ye
her miletek xwedî welatekî ye
navê min kurd
navê welatê min Kurdistan e
hûn bitirsin jî,
hûn bibizin jî
hûn mecbûr in ji welatê kurdan ra bibêjin Kurdistan !

Zinarê Xamo
2013-08-28

Welatê min şîrîn e

Welatekî min heye ji hemû welatan xweşiktir
şervanên wî hene ji hemû şervanan mêrxastir
xewneke min heye ji hemû xewnan mezintir
ezê wê bi rast bigerînim zû ya jî derengtir

Zinarê Xamo
2013-08-25

Dilê delodînî

Ev dil dilekî dîn e
wek lokekî hêc î girgîn e
bi evîna te li vê dinyayê dimîne
were carekê pê ra bimizice
bira ev hesret pê ra nemîne 

///Zinarê Xamo
24-8 2013

Lê zalimê weleh ev dil tu carî aş nabe
tu zanî bi ramîsanekê duduyan têr nabe
hema carê ji kerema xwe lê were rahmê
fwqîro guneye,
hustuxwar e,
dikim nakim debar lê nabe

Zinarê Xamo
24-8-2013

Hemû neyar hêzên xwe kirine yek
êrîşî me dikin wek keftarên piştbelek
hemû bêxîret ji neyar ra bûne berdevk
qela xwe kirine yek
armanca wan mişterek
ji bo ku kurd nebin xwedî dewlet

///Zinarê Xamo
26/8-13


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE