16 augusti 2018

Halê Reîs ji halê helawçiyan jî xerabtir e



Steven Mnuchin

Dema kesê rût û birçî fortan bide xwe, pişika xwe binbepixîne û gotinên ji serê xwe û ji hêza xwe mezintir bike, tirk jê ra dibêjin ”ac kabadayi”, yanî mêrxasê birçî. Him birçî ye, him jî xwe zengîn nîşan dide.

Tirştê Erdogan nuha dike ev e, him rût û birçî ye û him jî li hemberî Amerîkayê mêrxasiyê dike.


Lê bira bike. Xilt çiqas erdê dikole hewqasî xweliyê bi ser serê xwe da dike. Hêvî dikim di vê siyaseta xwe da israr bike û keşe bernede...


Bi vê qebedayîtiyê ewê aboriya Tirkiyê bibe îflasê. Heger Erdogan siyaseta xwe sedîsed neguhere, yanî îro çi dike, sedîsed eksê wê neke Tirkiye ewê here îflasê.

Lê tiştê xuya dike ewê dev paşatiya xwe, dev ji kontrolkirina her tiştî bernede, ewê vê siyaseta xwe ya êrîşkar, antî Amerîka û antî Ewrûpa bidomîne.

Bi derewan, bi çend qurişên Qeterê Tirkiye xelas nabe, ne mimkûn e xelas bibe. 

Erdoga ewê xwe neguhere. Û dema xwe negere, teslîm nebe, Amerîka ewê li hemberî Tirkiyê hin gavên din û him jî yên pir mezin bavêje. 

Beyaneke Trump tenê ewê dolar derxe 8-10 lîreyê tirk.

Wezîrê Xezînê yê Amerîkayê Steven Mnuchin,  îro beyaneke pir sert da û got heger Tirkiye keşe Brunson bernede Amerîka ewê hin mueyîdeyên nuh têxe praktîkê.

Li ser vê beyana Steven Mnuchin dolar tavilê bilind bû. Li gorî xebera ajansa Blomberg, Trump di civîna kabîneyê da gotiye ”heger Brunson zû bernedin hîn gelek tiştên em bikin hene. ”

Dîsa li gorî xebera eynî ajansê, Trump gotiye, ”Derket ortê Tirkiye ne dostekî baş e.”

Ji milê çepê: Serdar Kiliç û  Lindsey Graham

Vê xeberê Anqere bizand. Sefîrê Tirkiyê yê Washingtonê Serdar Kiliç tavilê bi Senatorê Cumhûrîyetçiyan Lindsey Graham ra ket nava têkliyê û pê ra hevdîtinek pêk anî. Piştî hevdîtinê herduyan jî gotin ew li ser mesela Brunson peyivîne.

Lindsey Graham yekî pir nêzî Trump e û merivekî xwedî giranî ye.

Diyar e Erdogan got here xwe bavêje dexlê Lindsey Graham bira Trump rawestîne, bira Trump hin beyanên din nede.

Yanî tiştê xuya dike halê Reîs ji ahalê helawçiyan jî xerabtir e. Ew çi bike jî ew nikane rê li ber têkçûna aboriya Tirkiyê bigre. 

Lê tiştê herî xerab piştî hewqas fort û qebedayîtî dîsa jî teslîm bibe û keşe Brunson berdin.

Bi texmîna min di demek nêzîk da ewê Brunson berdin, lê ev yek ewê tahrîbat û zayîata çê bû ji ortê raneke.

Derket ortê Tirkiye ne dîwarekî saxlem e, her tim kane bi NATOyê û bi mitefikên xwe ra xiyanetê bike û here ba Rûsyayê û Îranê. Amerîkayê, NATOyê û Ewrûpayê ev çirûkî, ev qeleşî û nesaxlemiya tirkan dîtin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE