03 augusti 2018

Gêrmiya Wêranşarê



Abdulah Keskîn di twîtta xwe da gotibû meriv çawa bike mastê gêrmiyê/meyirê naquse. Gelek pêşniyar jê ra çûn. Min jî xwe tevê kir û tarîfek çêkirina gêrmiyê pêşkêşî wî kir. Tarîfa min jê ra kir ev e:

"Ezbenî, dibê agirê wê ne zêde, kêm be û heska te di destê te da be û tu tim li hev xî. Heger agir gurr be û tu li hev nexî mast ewê biquse, bibe toraq. Min ev recete bi xanimê jî da destîqkirin, dibê ew jî were zanîn..."




Min ji xanimê ra qala vê sohbetê û dilbijokiya Abdulah Keskîn ya gêrmiyê/meyirê kir. Min got xanim xêra xwe hinek dan derxe, ezê gêrmiyekê/meyirekê çêkim. Ji zû da ye me nexwariye.

Piştî saetekê ez çûm mitpaxê ji bo ku dest pê bikim, min hew dît gêrmiya min tew hazir e jî.
Min gelkî dixwest Abdulah Keskîn nuha li vir bûya, û gêrmiya Wêranşarê tahm bikira. Lê ne li vir e, ezê ji dêl wî ve jî bixwim.

Ez ji gêrmiya bi nok hez dikim. Li Wêranşarê noka tevê dikin. Em li Wêranşarê noka tevî birincê, tevî bulxur(savarê), tevî hêrayiyî, bi kurtî tevî gelek xwarinan dikin. Lê ya îro xanimê çêkir bênok e, nok li malê tunebû. Nokên hebûn wê rojê avêt, got kevir tê pir bûn û bîn jê dihat.

Bi ya min meriv bi germî mas lê neke yanî mast pê ra nekelîne çêtir e, piştî dan keliya û sar bû, mastê xwe lêkin. Ez wer dikim. 

Pûngê jî helbet dibê meriv ji bîr neke.

Bi xêra Abdula Keskîn me îro gêrmîya mast xwar, lê yê wî ma di gotinê da. Hinek dibêjin û çê nakin, hinek çê dikin û dixwin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE