25 augusti 2018

Ez bi vê şêla xwe pir kêfxweş im



Di seranserê jiyana xwe da, ne bi devikî û ne jî bi nivîskî, min tu carî kurd nehewisandin tirkî, min tu carî tirkî, tirk û Tirkiye bi kurdan şîrîn nekir.

Heta ji min hat, li her derê û di her platformê da min kurdî, kurd û Kurdistan bi xwendevanên xwe da hezkirin. 

Heta ji min hat min şerê asîmîlasyonê kir û ez xebitîm hezkirina tirkî, tirkan û Tirkiyê di dilê kurdan da bikujim. 

Ev jî serbilindî û bextewariya min ya herî mezin e. Ez bi şêla xwe, bi vê îstîkrara xwe pir kêfxweş im, ne poşman im.


Ji ber ku min tu carî ji tu tiştê dijminê xwe hez nekiriye û di nava kurdan da nebû me sebebê hezkirina wan, gelkî bextewar im.


Metîn Eser Sibeha te bixêr apo, tu dizanî li Kurdistanê ji mezinên xwe re dibêjin; “tême destên te, destên radimîsim!”, lê min xwest ez te hembêz bikim û her du gipikên te paçî bikim!

Zinarê Xamo Spas Metîn, ez jî têm her du çavên te.

Welat Haco Divê vilo be mamosta seat xweş.

Mence Aldur Ji léwma em ji te his dikin kek Zinar. E wek te kemin. Silav û xweśi

Zinarê Xamo Gelkî spas xwişka Mencê. Rê ji dila diçe dila...

Rêdîr Raman Siheta te xweş be.

Yusuf Arslan Tu santrac (kişik)ê Mahirî dileyîzî, Sîyasetmedarê Mezin!
Silav û Rêz Ezbenî.

Zinarê Xamo Gelek spas ji bo gotinên te yên dostane.

Selahê Musê Ev helwesta te merov dikane birehetî bêje Kurdewariya resene.

Bawer Agiri Siheta te xweş be kekê Zinar. Lê mixabin bi salan e entegrasyonîst tirkî û Tirkiye li pêş çavên Kurdan şîrîn kirin. Paşê hat fêmkirin ku dewletê ew xapandine. Bi salan e em em ji wan re dibêjin rêya we ne tu rê ye. Lê guh nedidan me. Paşê dewletê derbeyek li wan xist piçekî baqil bûn. Ez ditirsim ew dîsa bên xapandin.

Zinarê Xamo Sihet xweştir birayê ezîz.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE