10 augusti 2018

Dolarê zalim hişê hebû jî ji serê tirkan bir



Xanimeka tirk li hemberî tiştên li Tirkiyê dibe, dibîne û dibihîze matmayî maye û gotiye ”li hemberî tiştên dibin ez xwe li dînîtiyê datînim û dikenim.”

Tirk berê jî ne tu merivên saxlem û tebitî bûn, lê belê îktîdara Erdogan ya îslamî piçek mejiyê di totokê, qotê wan da hebû jî ji serê wan bir, nuha kîmya wan xera bûye, civata tirk bûye wek ereba frêna wê biteqe, Xwedê zane li ku bisekine.


Bi rastî jî dolarê emerîkî pir zalim e, meriv dîn dike û bi çolan dixe…

Dolar do 5. 40 bû, îro ji 6 lîreyê tirk buhurî ye. Rewş ji rapora hewê jî zûtir diguhere...

Reîs îro dîsa bang li gel kir, got dolar û euroyên di bin balîfan da derxin û bikin perê tirk, zêrên xwe hûr bikin û bi vî rengî jî welatperweriya xwe nîşan bidin.

Hewildaneke bêçaretiyê ye, bi çend qurişê milet ev îş nameşe. Milet hiş berda ye.

Fena ku li Tirkiye lexem, kanalîzasyon teqiyabe û her der di binê pîsiyê û ava genî da mabe, bîna pîs ji her derê tê. 

Miletê feqîr bêçareye û nizane ji vê felaketa hatiye serê wan çawa xelas bibe.

Lê esas tirkan rejîmeke wiha heq kirine, wan ev rejîm û ev serok hilbijartin; ji bo ku kurdan baş bikujin.

Dawiya neyartiya kurdan ev e, hûnê hiş berdin û bi çolan kevin…

XXX
Erdogan berî 24ê hezîranê wiha got:
”Di 24ê hezîranê da hûn selahîyetê bidin vî birayê xwe, dû ra bi faîzê ra, bi viya û bi wiya ra çawa micadele dibe hûnê bibînin…”

Milet selahîyet da ”wî birayî”, lê dolar wa ye 5.50 jî derbas kir…
Heyfa mêra...

XXX
Bi qasî xuya dike heyata tirk ya çûbû Amerîkayê li Washîngtonê pûş kutaye û destvala vegeriyaye Anqerê.

Amerîkayê ji daxwaza berdana keşe Brunson gav paş da navêtiye.

Serokê miletê tirk Recep Tayyip Erdogan pir bêçare xuya dike, gotiye, “Heger yê wan dolarê wan hebe, yê me jî Xwedayê me heye…”

Feqîro, bûye wek dîkê rûçikî, kumika wî jî di xwînê da maye, ne Erdoganê berê ye, wek kewê gozel nake buxebux û qebeqeb. Pir melûl û zelûl bûye û dixwaze Xwedê wî xelas bike…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE