16 augusti 2018

Dibê em xayinên xwe jî û egîdên xwe jî nas bikin

Suleyman Nazîf


Di tarîxa me da xayin jî pir in û egîd, gernas û leheng jî.

Hin kesên zana û dîroknas ne tê da, wek milet em xweşikî, bi ser û ber xayin û egîd û gernasên xwe nas nakin. 

Nizanin xayinên me kî ne ?

Çi xiyanet kirine?

Kînga û bi kê ra xiyanet kirine?

Û bi xiyanetên xwe bûne sebebên çi zirar û malwêraniyê?


Dibê dîroknasek, zanayek, lêkolînerek dest bavêje vê mijarê û di van 150-200 salên dawî da kesên xiyanet kirine bi gel bidin nasîn. 

Dibê kurd egîdên xwe jî û xayinên xwe jî nas bikin.


Ev yek him zanîna tarîxê û him jî şiûra netewî bi însanan da xurt dike.

Dibê meriv bizanibe kê canê xwe fedayî gelê xwe kiriye û kê bi gelê xwe ra îxanet kiriye?

Mesela dibê hemû kurd bizanibin yê Şêx Ebduselam Barzanî mîvanê wî û bi Şêx Ebduselam ra xiyanet kir û ew da girtin û bû sebebê îdama wî kî bû?

Şêx Ebduselam Barzanî

Şêx Ebduselam û çend hevalên wî di 14ê Kanûna(meha 12a)1914a da li Mûsilê bi destê Suleyman Nazîfê diyarbekrî hatin îdamkirin. 

Di girtin û îdama Şêx Ebduselam da raporên Suleyman Nazîf roleke esasî lîst . Di netîceya raporên Suleyman Nazîf  da Sultan Reşad fermana îdama Şêx Ebduselam û hin hevalên wî da.

Gelo Suleyman Nazîf kurd e ya tirk e? 

Ew jî baş nayê zanîn. Erê ji Diyarbekrê ye lê li Diyarbekrê û qezayên wê tirk jî hebûn û hîn jî hene.
Dibê ev xayin jî ji alî kurdan ve baş were nas kirin. Kurd e ya tirk e?


Ziya Gokalp

Zîya Kokalp kurd e ya tirk e û bi kurdan ra çi xayintî kiriye, dibê bi kurtî were diyarkirin.

Dîsa kesên bi Mîr Bedirxan ra, bi Simko Axayê Şikak ra, bi Şêx Mahmûdê Berzencî ra, bi Şêx Seîd û bi Seyid Riza ra xiyanet kirin û bûn hevalên dewletê kî bûn û çawa îxanet kirin?

Gerek kurd van kesan û kirinên wan bizanibin. Nasnekirina egîd û xayinên xwe ji bo miletekî kêmasiyeke mezin e, di hiş û şiûra însanan da valahiyekê, kêmasiyekê peyda dike.

Helbet xayin ne ew kesên min navên wan nitirandin bi tenê ne, gelekên din jî hene, bi xayintiyên xwe bûne sebebên têkçûn û trajediyên mezin yên miletê kurd.

Dibê hin kes dest bavêje vê mijarê û di vî warî da lêkolînkê bike û xayinên tarîxa kurdan derxe ortê û wan bi kurdan bidin naskirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE