01 augusti 2018

Destê bi tenê deng jê nayê



Her kes zane hevkarî, tifaq ji bêtifaqiyê çêtir e. Her kes zane di bêtifaqiyê da zirar û di tifaqê da kara kurdan heye.

Lê dîsa jî hêz û partiyên kurd li hemberî neyarên xwe yekîtiya xwe çê nakin.

Gava meriv bizanibe tiştek ji meriv ra baş e, kara meriv tê da heye û meriv neke ya meriv nezan e, bêferast e, korfahm e, ya jî nêtxerab e, serketinê naxwaze.


Sebebê bêtifaqiya hêz û partiyên kurd ji van herdu sebeban kîjan be jî xerab e, ev hêz, partî û serok ne yên vî karî ne, ne xwedî siyaseteke netewî ne, berjewendiyên xwe yên şexsî di ser kar û berjewendiyên netewî ra digrin.

Destê bi tenê deng jê nayê, bi yekîtiyê meriv dibe xwedî hêz û qewet. Heta kurd wiha heftserî bin û gorra hev bikolin nagihîjin armanc û mexseda xwe...

XXX

Îbrahîm Xelîl Baran gotiye, ”ya bi dewlet bin û azad bibin ya jî asîmîle bibin û biqedin.”
Ez dibêjim meriv kane wiha jî bibêje: 

Ya dewletê bixwazin, yekîtiya xwe çêkin û bibin dewlet ya jî zêde eziyet û cefayê nekşînin û bibin tirk.

Dawiya partiya Tirkiyê û serokatiya çepên tirk tirkbûn e.



18 cimatên xeyrîmuslîm bi beyanekê gotine kes neheqîyê û tahdê li me nake, îdîayên wiha ne rast in, em azad in.

Ev dereweke bi boçik e û tirsonekî ye. Carê ev beyan nîşan dide hûn ne azad in, ji bo belayek neyê serê we, we ev beyan belav kiriye. Tirs meriv pîs û bêşexsîyet dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE