14 augusti 2018

Dema aqilê meriv ne ji kîsê meriv be meriv dibe xêrxwazê qatilê bavê xwe



Ne hewceye navê wî bibêjim. Ji xwe navê wî yê Facebookê ne rast e. Kurdekî aqilê wî ne ji kîsê wî û bûye nasyonalîstekî tirk. Ya muhîm kurdek e û xwedêgiravî li dijî dewletê ye û azadiya kurdan dixwaze.

Kurdekî ne ji Tirkiyê ra lê ji Amerîkayê ra dibêje ”dagirker û bimre Amerîka!” di malpera xwe da wiha nivîsî ye: 


”Me berê jî digot `bimre Amerîka`, em nuha jî dibêjin. Dibê hukûmet li van rojan bifikiriya, ji bo mixalifên welatê xwe. Lê tişt nabe, wek yekî ji HDPê ez dîsa jî dibêjim `bimre Amerîka, bijî Tirkiyeke tam serbixwe!` Û ezê tim jî bibêjim. Ev zor û zahmetî jî ewê derbas bibin û hêvî dikim wê rojê jî wek îro, her kes bi hev ra bibêje `bimre Amerîka`!”

Min jê ra got:
"Yanî tu tirkparêz û zilamê Erdogan î. Ez te ji hevaltiya xwe derdixim.”

Û min ew ji hevaltiya xwe derxist…

Bersîv da min, got:
”Na na, te ez xelet fem kirem. Ez dibejim ku em herdem dibejin abd dagirker e, sibe rewşa ekonomiye xweş be, hune disa bibin hevale abd. Ewa parvekirina min ironiye mamo.”

Min ev bersîva jêr dayê û dû ra me dev ji hev berda.

”Ma welatê te di bin îşxala Tirkiyê da ye ya jî ya Amerîkayê da ye?
Amerîka çima dagirker e ?
Kuro ne Amerîka bûya ji zû da ereb û tirkan em qir kiribûn !
Tu bi çi aqilî neyartiya Amerîkayê dikî?
Ma tu panturkîst î?”

Tirkiyê sê beşên Kurdistanê dagir kiriye, li sê beşên Kurdistanê li hemberî kurdan şerekî irqçî û pir hov dimeşîne, lê kurdê me hîn jî hevalê Tirkiyê ye û dijminê Amerîkayê ye, hîn jî ne ji Tirkiyê ra, ji Amerîkayê ra dibêje ”bimre Amerîka !”

Gava aqil tunebe, gava totik vala be meriv dibe dilxwaz û xêrxwazê qatilê bav û bira û xwişkên xwe, meriv dixwaze ew bi ser keve…

XXX
Sîstema îro li Tirkiyê heye bi her tiştê xwe li ser asasê derewa ava bûye, ji ber ku her tişt derew e îflasa wê jî rehet dibe. Ji sedî 99ê berpirsiyar dibêjin û medyaya tirk dinivîse derew e, binaka wê tuneye. Welatek bi derewan îdare nabe.
Dawiya virekan husran e.

XXX
Li Tirkiyê derew û şelafî êdî bûye sinetê herî mezin, hinek ji tirsê, hinek ji kêfî, hinek ji mecbûrî û hinek jî ji bo ku karê wan derew û şelafî ye di medyayê da xeberên ne rast belav dikin.
Lê belê çira firekan heta sibê vêketî namîne, nîvê şevê vedimire..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE