22 augusti 2018

Dayika wî miriye bi bavê xwe ra digere



Di di dema şerê Osmanî û Rûsan da  dewletê xelk bi zor dibir leşkeriyê û yên diçûn jî bi piranî venedigeriyan. Lema jî kesî  nedixwest here leşkeriyê. 

Rojekê sê xortên betlîsî bala xwe didinê zabitên osmanî berbî wan ve tên. Xort ji tirsa  girtinê her yek bi derekê da direve, xwe vedişêrin. Yek hildikşe ser darê. Yek xwe davêje nava çem. Û yê din jî firsendê nabîne li derekê xwe veşêre, li wir kerek hebûye, hema dihere dikeve binê kerê.


Zapit hersiyan jî dibînin. Qumandar ji yê di nav çem da ye dipirse:

-Kuro tu di nav avê da çi dikî?

Xortê betlîsî, bi devoka azerî dibêje:

-Qumandan beg, ez beqê vî çemî me.

Qumandar dû ra ji yê li ser darê dipirse:

-Kuro tu li ser darê çi dikî?

Ew jî dibêje:

-Ez tûtiyê(bilbilê)vî rezî me.

Qumandar vedigere ser yê di bin kerê da, dibêje:

-Kuro le tu di bin kerê da çi dikî?

Veqîro devê wî dikeve hev, dibêje:

-Ez dahşikê vê kerê me qumandar beg…

Qumandan bala xwe didê ne manker e, ker nêr e. Dibêje:

-Kuro ev ker nêr e, ne manker e.

Feqîro ji bêçaretî dibêje:

-Qumandar beg, dêya min mir, ez bi bavê xwe ra digerim.

Bira ev pêkenîn jî vê sibehê henekek cejnê be. 

Lê hêvî dikim hevalên betlîsî neqeherin. Ji xwe xort ne kurd in, azerî ne…

Varyanteke din ya vê pêkenînê heye, di wê da jî leşker rûs in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE