07 augusti 2018

Çend dîmen ji ger û seyrana me ya îro




Havîna Kurdistanê îsal hatiye Swêd. 

Îro li dora 30 dereceyî germ bû. Ez û xanim piştî xurîniyê me berê xwe da Hornstolê Parka Tantolunden. 

Parka Tantolunden belkî herêma Stockholmê ya herî honik û xweş e.


Her tişt lê heye. Herêmeke pir xweş e, hişnayî, av, baxçe, derên gerê û rûniştinê, tu çi bixwazî lê heye. Her der bûbû wek perava Îtalyayê.


Ji wir me xwe bera başûrê Stockholmê da û têra dilê xwe geriyan.

Me li aşxaneyeke îtalî pîzza xwar. Ji zû da bû min pîza nexwaribû. Nabêna xanimê û pîzzayê tuneye, lê ji bo xatirê min ew jî dixwe.

Piştî 6 saet gerr me bi zor xwe gîhand mal. 


Lê xweş bû, her cara meriv ji hêlîna xwe derdikeve meriv tiştên nuh dibîne...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE