06 augusti 2018

Bûyera Gewerê ne teqîna mayinê, teqîna tupa LPGê bûye



Çend roj berê li Gewerê di wasiteyekê da teqînek çê bû jinek(Nurcan Karakaya) û pitika(geda) wê mirin. Dewletê tavilê bûyer xist hustiyê PKKê, got mayina PKKê xistibû binê erdê bi erebê da teqiyaye.

Bûyer ne zelal bû, hemû îdîa û înformasyon yên dewletê bû, lê medyaya kurd û bi sedan siyasetmedar û ronakbîrên kurd ev îdîa dewletê tavilê wek rastiyê qebûl kirin û bi lez û bi şîdet PKK rexne kirin. 


Di nivîsa xwe ya li ser bûyerê da min bi şik li meselê nêrî û min got ”bûyer tarî” ye.

Nuha wa ye derket ortê sebebê bûyerê ne mayin e, tupa LPGê di baxaca erebê da diqiya ye, yanî qeza ye. Gundiyên çûne ciyê bûyerê û zarok birine nexweşxanê viya dibêjin.

13 gundî hatibûn girtin, hemû hatine berdan. 

Li gorî îfadeya gundiyan piştî teqînê ew çûne ciyê bûyerê. Bûyer ne teqîna mayinê bûye. Li erdê tu kort, mort jî tunebûye, tupa LPGê ya di baxaca erebê da bûye sebebê teqînê. 

Kesên bi bihîstina bûyerê ra ”terora” PKKê tavilê rexne kirin ji do da ye li hemberî vê îdîa nuh bêdeng in, qet qala vê agahiya nuh nakin. 

Li ser dezînformasyona dewletê ya destpêkê qet tiştekî nabêjin, dewletê rexne nakin. Ji dewletê ra nabêjin çima we ev derew kir û raya giştî xapand?
Medya kurd jî bêdeng e. 

Dema bûyer qewimî ji medyaya tirk bêtir cî dan xeberên li ser bûyerê. Lê li hemberî van agahiyên nuh bêdeng e.

Meriv kane were xapandin û ji ber vê xapandinê bi dilekî pak hin şaşiyan bike. Li ser agahiyên destpêkê PKKê rexne bike.

Lê gava rastî derket ortê, gava li ser agahiyên dewletê şik peyda bû, heger meriv dilpak û ne nêtxerab be dibê qala vê rastiyê bike û çawa ku PKK rexne kir, îcar jî dewletê rexne bike. Bibêje va ye şahidên bûyerê wiha dibêjin. Ne ku xwe kerr bike...

Lê ronakbîrên me xurtên PKKê ne, dema mesele dibe dewlet devê gelekan tê girtin, lal dibin, fisek dibin, newrên derew û bêexlaqiya dewletê jî rexne bikin. Tenê xurtê PKKê ne.

Û hîn jî ji van kesên bêzirav û du rû ra dibêjin ”ronakbîrên kurd”!


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE