03 augusti 2018

Bîna xwe fireh bikin û şûşa dilê hev neşkînin !

Aliyê herî xerab yê bihêzbûnê
kes li halê te napirse, nabêje tu baş î ya na
 

Dijminê me ketiye ser dilê me û heqareteke mezin li me dike û em newêrin bibêjin ”ay” jî !

Ji ber ku em nikanin bi dijminê xwe em pir bînteng in, ji ber tiştekî tune em pir rehet bela xwe di hev didin, em hêrsa xwe bi serê hev da diteqînin. 


Gava meriv nikanibe bi dijminê xwe, gava meriv têk biçe meriv bînteng e. 

Em hemû kurd gelkî bêhuzûr û bînteng in û pir rehet kanin dilê dostê xwe, hevalê xwe bihêlin…

Di rojên wiha da heta ji meriv tê meriv bi dost û hevalên xwe ra nekeve minaqeşeyên siyasî baştir e.. Carê şûşa dil bişkiyê hew dicebire…


XXX
Bi tivinga xelkê şer û mêranî nabe. 

Nuha kurd motajî tiving û cebilxaneya xelkê ne û heta nebin xwedî dewlet ewê tim û tim jî bi tivinga xelkê şer bikin, tim motajî tiniga xelkê bin.

Erê em bixwazin jî em nikanin sibe bibin xwedî dewlet, ev rast e. Lê dibê meriv bixwaze, dibê hedefa me ew be.

Yanî em kurd jî bibin xwedî welat û xwe îdare bikin.

Kurdê dibêje ji kurdan ra dewlet nelazim e û li dijî serxwebûn û dewleta kurd e ya ehmeq e ya jî merivê dijmin e, ya jî ji bindestiyê û ji koletiyê hez dike.

Merivê bêmal, merivê li kuça dimîne nexwaze bibe xwedî mal, xwedî qesir û qonax dîn e, heger meriv biaqil be guh nade dînan, nade pey dînan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE