02 augusti 2018

Aqûbeta Qarûn


Mînîatorê Qarûn

Yê bi zilm û bi zorbatiyê rabe, bi zorê diçe gorrê. 

Yê bi zilmê abad be, yanî bi zilmê bextewar be, aqûbeta wî xerab diqede.

Yê xerabiyê bike, ewê xerabiyê bibîne.

Di tarîxa kevn û nêzîk da numûneyên vê pir in.

Mussolînî, Hîtler, Seddam numûneyên her kes pê dizane.

Qarûn, qiralê Lîdyayê yê dawî bû. Li gorî efsaneyan li dinyayê Qiralê herî dewlemend bû, di tarîxê da tu qiral bi qasî Qarûn dewlemend nebûye. 


Lema hîn û hîn jî ji bo kesên zêde zengîn dibêjin ”bi qasî Qarûn zengîn bûye…”

Qarûn, ji bo ku debdebe û îhtîşama xwe nîşanî fîlozofê meşhûr Solon bide tim ew dawetî qesra xwe kiriye. Solon jî li hemberî fexir û quretiya wî tim jê ra gotiye ”ya muhîm dawî ye, tu li dawiyê, li netîceyê  binêre!”

Di dawiyê da rojeke hatiye û Qarûn li hemberî Împaratorê Pers Sîrûs têk çûye û êsîr ketiye destê wî. Gava ew derxistine ser koma êzingan, ji bo ku bişewitînin, heta jê hatiye qîrîya ye, gotiye ”Solon, Solon, tu li ku yî !”


Ji bo wê jî dîktatorên îro xwe pir mezin û xurt dibînin ji Mussolînî, hîtler, Seddam ne xurttir in. Her tim wiha namîne, dewran ewê rojekê biguhere. 

Çawa dinya ji Qarûn, ji Mussolînî, ji Hîtler û Seddam ra nema, ewê ji wan ra, ji dîktatorên nuh ra  jî nemîne…

XXX
Urf û adetên ereban bûn dîn û li dinyayê belav bû. Ji bo xatirê van adetan însanan qira hev anîn.
Ev adetên ereban di destên dijminên me da bûn şûr û pê serên me jê dikin.

XXX
-Ava tahl jî, ava şîrîn jî zelal e. Nebî nebî bi rûçik nexape. Bi rû her kes însan e, lê belê însanê bi rastî însan kesê dilpak e.
///Mewlana

-Aqil şêr kedî dike, tirs pisikê xwedî nake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE