03 juli 2018

Ziman dayik e û dayik jî êdî bûye tirk




Faruk Devliken Denlî li ser asîmîlasyonê û tirkbûna kurdan  teşbîheke pir xweş kiriye, gotiye ”ziman dê ye û dê jî êdî tirk e.”

Metaforeke mikemel e, halê me xweş îzah dike.

Bi baweriya min ev muşahadeya Faruk Devliken Denlî  rast e, piraniya jinên kurd êdî bûne dayikên tirk û zarokên xwe ne bi kurdî, bi tirkî mezin dikin. Viya ji zûda gelek kes dibêje.


Yanî zimanê dayikên kurdan êdî bûye tirkî. Kurdiya heye jî bûye gêrmiya gavanan, bûye tirşik, bûye ”tirkmancî.”
Dewleta tirk ev kela kurdan ya zimên ji hundur da zeft kiriye. Lema jî halê me pir xerab e.

Dewletê zanî bû dema jinên kurd asîmîle bikin miletê kurd asîmîle dikin. Û ji bo vê jî ji bo ku keçên kurd, dayikên kurd asîmîle bikin ji salên 1980î da li ser asîmîlekirina keçan pir sekînin. Û di vî warî da bi ser jî ketin.

Berê bi xêra jinan, dayikan zimanê kurdî nemir û heta îro hat.
Çimkî dayik bi zarokên xwe ra bi kurdî dipeyivîn. 

Lê êdî her kes dibêje dayikan dev ji kurdî berdaye û bûne mîsyonerên tirkan û tirkî û zarokên kurdan asîmîle dikin.
Ji zûda ye ev gazin ji jin û dayikên kurd tê kirin.

Ez bawer nakim ev ne rast û buhatan be.

Lê tabî di vir da meriv nikane hemû sûc têxe hustuyê jinan, dayikan tenê. Mêr, bav jî bêxîret in, dibê ew qebûl nekin. 

Lê tiştê em dibînin ne jin tenê, bav jî dixwazin zarokên wan bibin tirk û ji bela kurdî û kurdayetiyê xelas bibin.

Çimkî li Tirkiyê û li Kurdisatanê kurdî û kurdayetî êdî ”belayeke” ji ya her demê mezintir e…

Di vê rewşê da em kanin çi bikin?

Em kanin ji xwe, ji mala xwe, ji partiya xwe, ji komele û rêxistina xwe dest pê bikin. Dû ra hêdî hêdî ewê berfireh bibe.

Kê kanîbû çiqasî fêr bike bira hewqasî fêr bike. Ya muhîm dibê meriv bi zarokên xwe ra bi tirkî nepeyive. 

Îbranî zimanekî mirî bû, li dinyayê tenê çend hahaman pê zanîbû. 

Di dawiya sedsala 19 û di destpêka sedsala 20a da Eliezer Ben Yehuda bi xanima xwe û zarokên xwe dest pê kir û dû ra kesên din jî fêrî îbranî kir û di netîceyê da îbranî ji mirinê xelas kir, kir zimanê miletekî û dewletekê.

Ji me kurdan ra jî serok û siyasetmedarên, kesên, alimên wek Eliezer Ben Yehuda lazim in, kesên xwedî bawerî û îdîalên mezin. 

Bi van serok û siyasetmedarên bê vîzyon, heyranên tirkî û tirkan ne kurdî ji mirinê xelas dibe û ne jî kurd ji bindestiyê.
Dibê em viya baş bizanibin.

Lema jî dibê em xwe ji van partî, serok û siyasetmedarên tirkperest û ji kurdperweriyê bêpar xeals bikin, ji me ra serok û siyasetmedarên nasyonlîst lazim in.Kesên wek Eliezer Ben Yehuda nasyonalîst, xwedî vîzyon, îdîalîst û fedekar.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE