13 juli 2018

Yê pişt li min şikandiye ne dijmin e, kurdê hevalê dijmin e



Bar min naêşîne, binbar piştê li min dişkîne.
Ez çi bikim li hundur ez ne piştrast im. Lema neyar kane hewqasî min biêşîne. Bi sedhezaran kesên bêxîret bûne cahş û zilamên dewletê û bi dijmin ra şerê gelê xwe dikin.
 
Bar dijmin e, ew ne xema min e, binbar kurdên bûne zilamên dijmin, di bin destê dijmin da ne, wan pişt li min şikandine.

Enwer Karahan Kek Zinar, li cem me bar û serbar heye, ez gotina "binbar" nuh dibihîzim...
Hozan Brader Gelo,mebesta binbar kurtan e...?
Zinarê Xamo Ez zanim serbar heye, "binbar" min wek metaforeke derdê hundur, bêtifaqiyê bi kar anî. Bar dijmin e, ew ne xema min e, binbar kurdên bûne zilamên dijmin wan pişt li min şikandine.
Xiyas Hisên Ax ji vî binbarî

XXX
Ser banê me qul e,
bin banê me şil e,
lema jî halê me tim ev halê rezîl e.

XXX
Ya muhîm dibê meriv bêhêvî nebe û dev ji baweriya biserketinê bernede. Bawerî neşikê, qels nebe, serketin zû dereng dibe nesîbê mere.
Rêya serketinê ev e, bawerî ye, micadele ye..

XXX
Pêşiyên me gotine, devî hebe wê bibe dar, xwelî li serê kesê bê welat û bê war.
Ez jî yek ji wan kesên bê welat im, ev 38 sal in li welatê xelkê hustuxwar im û çavan dizêwirînim.

XXX
Ev pîvaza mezin, ev nanê genimî, ev jî ava cemidî, lê dîsa jî dibêjin Eliyê Sîno malê xwe naxwe…

-Beranê bisko bûya wê li nav pezê bavo bûya.
-Bira jê bihata, bira berê serê min bişkanda
-Bindest û serdest tu carî nabin yek dest.
-Yê deve dixîne ne bar e, serbar e



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE