28 juli 2018

Werin hûn jî bîstekê li Rojbîn xanimê guhdarî bikin




Rojbîn Kizil stranbêjeka Nisêybînî ye. Dengê wê pir xweş e. Keçeka wek pirlantayê ye. 

Kurdiya wê, telafuza wê pir baş e. Di sala 1999a da li Almanyayê hatiye dine, li wir mezin bûye lê kurdiya wê dîsa jî pir baş e.

Rojbîn Kizil keçeke hîn gelkî ciwan e, hîn xwendevana lîseyê ye.


Heta nuha her tim di dibistana xwe da bûye yekem. Ji zaroktiya xwe da ji muzîkê hez dike û distirê. Him li sazê dixe û him jî li gîtarê. Gotin û muzîka gelek stranên wê yê wê ne.

Bi stranên xwe yê bi navê “Ax Kobanê” û Qamîşlo” deng daye lê bi baweriya min hemû stranên xweş dibêje. Hîn xort e, ewê gelkî xwe bi pêş xe.

Bi almanî, îngilîzî û fransizî zane. Bi qasî min xwend keç û xort pir ji dengê wê hez dikin. 

Lê ne di nava kurdan tenê da, bi stranên xwe yên îngilîzî li Ewrûpayê jî tê hezkirin.

Ez, dê û bavê ev keça jêhatî û jîr û dengxweş mezin kirine pîroz dikim, heft xwezî bi dilê wan keçeke wiha mezin kirine.

Şengal
Lawo dîno

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE