31 juli 2018

Welatekî wiha bira têkeve binê erdê



Rewşa kurdan bi tevayî ne baş e, kurd bêmoral û bêhuzûr in. Li kîjan welatî be jî wek kurd meriv xwe di zindanê da his dike.

Di van şertan da ji xwe eksê wê ne normal e.
Lê ez dibêjim belkî li dinyayê merivên herî nebextewar û ji jiyana xwe bêzar tirk in.

Îro 50 tirkên din jî, di nava wan da mamoste, albay, yarbay, tegmen, leşker, necar, jin dema ji Tirkiyê direviyan Rodosê hatine girtin.


Efrîqî ji birçîna, tirk jî ji ber zulmê direvin. Heger mimkûn be ji Tirkiyê ewê bi milyonan însan birevin.
Welatekî wiha bira têkeve binê erdê.
Xwedê kir ez kurd im û ne tirk im...

 XXX
Ji 262 salan vir da ev cara pêşî ye li Swêd meha tebaxê hewqasî germ derbas dibe. 

Di sala 1756a da li Swêd dest bi pîvana germê û sermê kirine. Û ji wê çaxê û vir da ye heta nuha tu carî meha temûzê hewqasî germ derbas nebûye.

Ez meraq dikim gelo li dewleta Osmanî pîvana hewayê kînga dest pê kiriye?
Yê Swêdiyan ev 262 sal in.

-Bawerî eynî wek neynikê ye, carê şikiya, her tim derizî nîşan dide.

-Dibê meriv her kesî nexe dewsa însên. Hin kes ne layiq in, aşûnî dibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE