01 juli 2018

Tu bi kîjan zimanî bistirê û binivîse tu ji wî zimanî ra xizmetê dikî




Hin kes dibêjin Selîm Berakat, Yaşar Kemal, Kemal Mizorî û bi dehan nivîskarên din li ser doza kurdî, dîrok û edebiyata kurdî nivîsîne û bi vê yekê kurd bi xelkên din dana naskirin û jî ji bo kurdan xizmet e.

Dibêjin çi ziman dibe bira bibe zêde ne muhîm e, ya muhîm naverok di berjewendiya gelê kurd da ye y ana, ew muhîm e, dibê meriv bala xwe bide wê…


Ez ne bi vê dîtinê ra ra.

Bêguman di her tiştî da, di her karî da aliyê pozîtîf û negatîf heye, lê ya muhîm kîjan bêtir muhîm e. Îro her tiştê bi tirkî tê nivîsîn ji karê bêtir zirarê dide miletê kurd.

Ji ber ku hin kurd bi tirkî zanin kanin ji berhêmên kurdan yên bi tirkî "feydeyê" bigrin. Lê hemû kurd bi tirkî nizanin. Tu berhemeke bi tirkî bi qasî berhemeke bi kurdî ne bi feyde ye.

Ez bi erebî û farisî nizanim û ji bo min û bi milyonan kurdî tu qîmeteke berhemên kurdan yên bi erebî û farisî tunye.

Lê ne ev tenê, di ser da van berheman gelek nivîskarên kurd kirine nivîskarên ereb û tirk û bi rêya wan kurd asîmîle dibin.

Û ev yek roj bi roj zêde dibe.

Li Kurdistana Bakur 70, 80, 90 sal berê kurd hewqasî asîmîle nebûbûn, 80 sal berê hewqas nivîskarên kurd yên bi tirkî dinivîsîn tunebûn. 

Lê îro him bi milyonan kurd asîmîle bûne û him jî bi sedan kurd bûne şair û nivîskarên tirk û bi berhemên xwe kurdan dikin tirk.

Yanî ”feydeya” tirkî ya dema kin, di dema dirêj da malwêranî ye.
Îro wiha ye û dibê meriv li gorî îro hereket bike, ne ku ji 400 sal berê numûneyan bide û bibêje Şerefname bi farisî hat nivîsîn.

Heger kurdan bi farisî nizanîbûya, heger kurdan Şerefnama nekirana kurdî me tu feyde ji Şerefnamê nedigirt. Yanî di vir da jî ya girîng ziman e.

Heger Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Hêmin, Goran, Cegerxwîn, Şêrko Bêkes, Muzûrî, Bextiyar Elî, Mueyid Teyib, Arjen Arî û bi sedan şair û nivîskarên bi kurdî nivîsîne, wan jî wek Selîm Berekat, Yaşar Kemal û kurdên din bi erebî û bi tirkî nivîsandibûna ma nuha edebiyatek kurdî hebû? 

Ji bo ku miletek bibe xwedî edebiyateka netewî dibê nivîskarên wî miletî bi zimanê xwe binivîsin. 

Hemû tiştên kurdan bi erebî, tirkî û farisî nivîsîne malê edebiyat û zimanê tirkî, farisî û erebî ye, zirara wan sed carî, hezar carî ji kara wan bêtir e.

Meriv di kîjan taximê futbolê da topê bilîze serketin ya wî taximî û wî miletî ye. Qeleparêzê taximê/tîma Îranê Elîreza Bîranwend kurd e û qeleparêzekî pir serketî ye, lê çi ji me ra. Serketina wî ji Îranê ra ye.

Selîm Berakat kurd e, lê belê bi erebî dinivîse, lema jî nivîskarekî ereb e û xizmetê ji ziman û edebiyata erebî ra dike, ne ji ya kurdî ra...

Kurdê bi tirkî, bi erebî û bi farisî bistirê ji muzîka tirkî, erebî û farisî ra xizmetê dike, heta jê tê bira bibêje ez kurd im...

Kurdê bi farisî, ereb û tirkî binivîse ji ziman û edebiyata farisî, tirkî û erebî ra xizmetê dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE