19 juli 2018

Şehîdên 19ê temûza 1937a bi hurmet bibîr tînim

”Li Başûr çeteyek hat îmhakirin.Birayê Şêx Seîd ê serokatiya çeteyê dikir ew jî hat geberkirin”
Klîba strana li ser Cemîlê Seyda 

Neviyê gorbuhiştê Cemîlê Seyda Xurşîd Kaplan, 16 lehengên, canfîdayên bi biryara Xoybûnê diçûn gazî û hawara Seyid Riza û bi rê da ketin kemîna dijmin û şehîd ketin bibîr aniye û navê hemûyan jî daye. 


Xurşîd Kaplan bi vê bîranîna xwe karekî pir hêja û baş kiriye.
Di havîna 1937a da Xoybûn biryarê dide çend endamên xwe bişîne Dêrsimê hawara Seyid Riza.

16 canfîdayên kurd û Kurdistanê ji Binxetê derbasî Serxetê dibin, yanî ji Kurdistana Rojava derabsî Kurdistana Bakur dibin. 

Li Bismil li Deşta Selatê hin kes muxbîriya wan dikin. Leşkerekî giran digrin ser  wan û di nabêna wan û leşker û xayinên alîkariya leşkerên tirk dikin da şerekî giran derdikeve. 

Hinek di şer da tên kuştin û hinekan jî di nava zeviyan da dişewitînin. Agir bera erdan didin û bi hovîtiyeke mezin her 16an jî di dikujin.Rojnameya Cumhûrîyetê di 19ê 1937a da xebera qetilkirina wan da ye û him jî bi sernivîseke pir namerdane. Bi îhtîmaleke mezin qetlîam rojekê, du rojan berê bûye, lê Cumhûrîyetê xebera bûyerê di 19ê temûzê da daye. 

Ev qetlîam di nava kurdan da zêde nayê zanîn, tenê hin dîroknas û malbatên canfîdayên şehîd ketin zanin.

Xurşîd Kaplan jî neviyê Cemîlê Seyda ye. Min lîsteya navan ji nivîsa Xurşîd Kaplan girt. Û tiştê wî li ser bûyerê û rojnameya Cumhûrîyetê nivîsî ye jî wek xwe hîşt.

Sernivîsa rojnamê ya xeberê wiha ye: ”Li Başûr çeteyek hat îmhakirin.Birayê Şêx Seîd ê serokatiya çeteyê dikir ew jî hat geberkirin”

Hemû şehîdên 19ê temûzê bi hurmet bibîr tînim. Emê wan û vê namerdiya dijmin tu carî ji bîr nekin.

"81 sal berê...
19 temmuz 1937
16 Lehengên kurd ,16 endamên Xoybûnê bi biryara Xoybûnê ji binê xeta fransawî berê xwe dan serxetê bi hawara Seyid Riza ve diçûn,berê van siwaran li Dersimê bû. Li Deşta Seletê şehîd ketin
1 -Şêx Evdirrehîmê Paloyî (Birayê Şêx Saîd Efendî ye)
2 -Hesen Axa yê Palo (Ji Palo ye)
3 -Şêx Mîzbehê Mala Bokarik (Kurê Şêx Nûreddîn e, ji deşta Silîvan, gundê Qamişlû ye)
4 -Cemîlê Seyda (Lawê Seydayê Licî ye, ji nava Licê ye)
5 -Xalitê Şerîf, (Ji nava Licê ye)
6 -Evdilsemed, (Ji Licê, gundê Tileytê ye)
7 -Mehemedê Xatê, (Ji Licê, gundê Markê ye)
8 -Hecî Teyib (Ji nava Licê ye)
9 -Yuzbaşî Huseyn Begê Stewrî (Ji beglerên Stewrê ye)
10 -Yuzbaşî Elî Begê Stewrî (Ji beglerên Stewrê ye)
11 -Yuzbaşî Mistefa
12 -Silheddînê mala Seydo (Ji Serhedê, lawê Seyidxanê Kerr e)
13 -Hîlmî Beg (Ji Mûşê ye)
14 -Silê Salikî (Ji beriya Mêrdînê ye)
15 -Serreşê Baqustanî (Ji Sirgêçya Mêrdînê, herêma Ewêna ye)
16 -Yuzbaşî Ziya. Ez im. Ji Dêrsimê, eşîra Demegan im!
Rojnama Cumhuriyet  di 19ê temmuzê da jibo wan lehengên kurd ev nûçeya li jêr bela kiribû.
Piştî bi 80 salî gava hukûmeta AKPê dixwest dest deyne ser Cumhurîyetê  û rojnamevan Can Dundar bigre, di medyaya sosyal de kurdên bakur dunya xera kirin ji bo rojnamevanê vê rojnamê.
Rojnama Cumhurîyetê 81 sal berê jibo kurdan çi difikirî îro jî wisa difikirê.
Di 81 salîya şehadeta van lehengan da ez wan bi rêz bibîr tinim, bi taybetî jî bavê bavê xwe Cemîlê Seyda."


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE